Rêjeya ava vexwarinê kêm dibe

Hevserokê Komîteya Avê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Seydo Seydo diyar kir ku rêjeya ava vexwarinê kêm dibe.

Rêjeya ava vexwarinê kêm dibe
28 tîrmeh, 2023   07:05
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Bi bilindbûna pileyên germahiyê re êşên koçberên Efrînê yên li malên nîvwêranbûyî ên kampên li kantona Şehbayê dijîn, zêde dibe.

Li gorî hevserokê Komîteya Avê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Seydo Seydo, ji ber ziwabûna li herêmê û erdheja di 6′ê Sibatê de, ava vexwarinê kêm dibe. Ji ber ku bandor li bîrên li gundên Şehbayê kir.

ŞEHBA

Li kantona Şehbayê 18 bîrên avê hene û avê ji tevahî gundên Şehbayê re, ji Til Rifetê heta Fafînê, peyda dikin.

Beriya erdheja 6′ê Sibatê, rojane 900 stêrên ava vexwarinê ji van bîran derdiketin û bi rêya komînan bi buhayekî pir kêm li şêniyan dihat belavkirin. Lê di halê hazir de rojane kêmî 700 stêr derdikevin, anku av kêm bûye.

Seydo li ser vê yekê got ji ber kêmbûna avê 5 bîr sekinîne.

ŞÊRAWA

Li kêleka bîrên avê, li navçeya Şêrawayê 16 torên dayîna avê hene lê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê û qedexeya derbasbûna sotemeniyê ji herêmê re, bandor li wê jî kiriye.

Seydo anî ziman ku dorpêça hikumeta Şamê bi awayekî neyînî bandorê li karên wan dike û nikarin pêdiviyên şêniyan ji ava vexwarinê peyda bikin, bi taybet jî li gel vê germahiyê û belavbûna nexweşiyan.

UNICEF′ê zêdetirî 2 hezar û 400 metrekab av li xezaneyên li nava Şehbayê hatine danîn belav dikir, lê ji 11′ê Tîrmeha 2021′ê ve ji ber zexta hikumeta Şamê tenê hezar metrekab avê belav dike. Vê yekê bandor li 38 gund û 3 navçeyên mezin (80 hezar kes) kir.

Seydo diayr kir ku rêxistinên navneteweyî alîkariya herêmê ya dabînkirina ava vexwarinê nakin û UNICEF tenê avê dide kampan.

Seydo aşkera kir ku ji bo dabînkirina ava vexwarinê ji şêniyan re projeyên nû hene û ew bîrên nû dikolin.

Seydo bang li rêxistinên navneteweyî jî kir destwerdanê bikin, dorpêça li ser Şehbayê bi dawî bikin û bihêlin sotemenî derbasî kantonê be.

(fr)

ANHA