Konferansa Dermanfiroşan a Reqayê li dar ket

Bi dirûşma “Ber bi siberojeke baştir ve ji bo pîşeya dermanfiroşiyê û ji bo civakeke tendurist” 3`yemîn Konferansa Yekitiya Dermanfiroşan a Reqayê hat lidarxistin.

Konferansa Dermanfiroşan a Reqayê li dar ket
Konferansa Dermanfiroşan a Reqayê li dar ket
Konferansa Dermanfiroşan a Reqayê li dar ket
Konferansa Dermanfiroşan a Reqayê li dar ket
Konferansa Dermanfiroşan a Reqayê li dar ket
Konferansa Dermanfiroşan a Reqayê li dar ket
Konferansa Dermanfiroşan a Reqayê li dar ket
24 tîrmeh, 2023   13:09
 REQA

Konferans li hola Yekitiya Dermanfiroşan bi beşdariya endamên yekitiyê û endamên Yekitiya Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêxistinên civaka sivîl hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, endamê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê Xalid Berkel axaftina destpêkê ir. Berkel lidarxistina konferansê pîroz kir û diyar kir ku ev konferans di pêvajoyeke dîrokî û hesas de pêk tê.

Berkel got: “Siyasetên ku di pêvajoyekê de li dijî gelê Sûriyeyê hatin meşandin, gel parçe kir û li dijî wî rêbazên paşverû bi kar anîn. Ji bo bersivdayîna wan siyasetan, di vê pêvajoyê de ji me tê xwestin em berpirsiyariyên xwe pêk bînin û destkeftiyên bi saya şehîdên me hatine bidestxistin biparêzin.”

Piştî axaftina Berkel, rapora salane ya yekîtiyê hat xwendin û nîqaşên beşdaran pêş ketine. Dermanfiroş Nûr El Xilêf jî daxwaz kir ku sîgortayên tenduristiyê ji bo demanfiroşan bên dayîn.

Dermanfiroşê bi navê Hemûd El Omer jî diyar kir ku divê anîna dermanan ji çavkaniyên nenas bê qedexekirin.

Endamê Yekîtiya Dermanfiroşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Osman Hiso jî axivî. Hiso got: “Divê ji bo her dermanfiroşekî sîgortaya tenduristiyê û qanûnî bê dayîn. Ji bo dermanên ji çavkaniyên nenas tên girtin, biryar hatibû girtin ku ew derman bên desteserkirin, dermanxane heta sê mehan bên girtin. Her wiha biryar hat girtin ku di navbera her dermanxaneyekê de mesefaya 25 metre hebin û ji bo kontrolkirina dewama dermanfiroşan li dermanxaneyan jî komîteyeke çavdêriyê bê avakirin.”

Konferans bi hilbijartina 9 endamên rêveberiya Yekitiya Dermanfiroşên Reqayê bi dawî bû.

(c)

ANHA