​​​​​​​Li Cezaîrê şewatên daristanan: 15 mirî

Li Cezaîrê ji ber şewata daristanan 15 kesan jiyana xwe ji dest da, 26 kesên din jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Cezaîrê şewatên daristanan: 15 mirî
24 tîrmeh, 2023   12:51
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Cezaîrê, ji ber şewatên ku di encama germahiya zêde de derketine, 15 kesan jiyana xwe ji dest daye, 26 kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî wezaretê, li 16 wîlayetên Cezaîrê 97 şewat derketine û hezar û 500 welatî hatine veguhastin.

Wezaretê ragihand ku ji bo vemirandina agir, 7 hezar û 500 xebatkar, 350 kamyon û 12 balafir xistine dewrê.

Guhertina avhewayê xetereya bilindbûna pileyên germahiyê û hişkesaliyê zêdetir dike. Bi vê yekê re dibe ku şewatên daristanên li seranserê cîhanê zêdetir bibin.

(c)