Meşên li dijî Lozanê: Dema hatiye ku Lozana serkeftina gelê Kurd bê nivîsandin

Şêniyên herêma Firatê û navçeya Dêrikê bi meşên cuda Peymana Lozanê şermezar kir û diyar kirin ku ew ê li dijî hêzên ku sînor xistine navbera Kurdan têbikoşin û gotin: “Dema hatiye ku Lozaneke nû ji bo serkeftina gelê Kurd bê nivîsandin.”

24 tîrmeh, 2023   10:43
 NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Salvegera 100`emîn a Peymana Lozanê (24 Tîrmeha 1923) ye ku çarenûsa herêmê guherand û Kurdistan kir çar parçe. Di sedsaliya vê peymana qirkirin û înkarê de li bajarê Kobanê yê herêma Firatê û bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo meş hatin lidarxistin.

KOBANÊ

Bi dirûşmeya “Pêkanîna Neteweya Demokratîk têkbirina Lozanê ye” meşek girseyî hat lidarxistin. Meşê ji Qada Jina Azad bi beşdariya bi hezaran xelkê herêmê dest pê kir.

Beşdaran pankertên ku dirûşmeya meşê li ser hatî nivîsandin, her wiha yên bi nivîsên mîna “Na ji Peymana Lozanê re” hildan û dirûşmeyên “Bimire komployên navneteweyî” , “Bimire xiyanet” , “Azadî ji bo Rêbertî” berz kirin.

Meşvan li Qada Şehîd Egîd rawestiyan. Piştî rêzgirtinê, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Firatê Ehmed Xoce axivî. Xoce, Peymana Lozanê şermezar kir û got: “Na ji Lozanek nû re, na ji komployeke navneteweyî re, na ji ji nû ve parçekirina Kurdistanê re.”

Xoce, destnîşan kir ku îro ji bo gelê Kurd rojeke reş e û wiha dom kir: “Rojak u îradeya navneteweyî li dijî daxwaza rizgariyê ya Kurdan sekinîye. Mixabin, xayînên ku heta roja me ya îro jî wekî xençerekî di kêleka me de ne, alîkarî da wan. Armanca Lozanê qirkirina me bû, lê bi bin ket. Lewma, em rojane li pêşiya çavên cîhanê bi komkujiyan re rû bi rû dimînin. Şerê dijî me tê kirin, şerekî çandî, şaristanî, dîrokî ye. Ew bi hemû rêbazan hewl didin dîroka Kurdan reş bikin. Lê belê bi pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re planên wan hatin pûçkirin. Şoreşgerên vê tevgerê xwe feda kirin û carek din Kurd vejandin.”

Xoce di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya fikrê azad ê Rêber Abdullah Ocalan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi aştî dijîn û got: “Erka her ferdekî ye ku li dijî hêzên bi rêya Lozanê sînor xistin navbera Kurdan, têbikoşe. Dem hatiye ku Lozaneke nû ji bo serkeftina gelê Kurd li dijî zordestan bê nivîsandin.”

Mitîng bi dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.

DÊRIK

Li Dêrikê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Şêniyên bajêr û gundên girêdayî wê tevlî meşê bûn.

Meşê ji Qada Azadî dest pê kir. Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PYD`ê hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bimire xiyanet” û “Erê ji yekîtiya Kurdistanê re” hatin berzkirin.

Meş li sûka navendî veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê rêveberiya PYD`ê şaxê Dêrikê Mihemed Seîd axivî. Seîd anî ziman ku ew ê teslîmî Peymana Lozanê ya ku gelê Kurd parçe kiriye nebin, lê belê dê li gorî feraseta biratiya gelan û jiyana hevbeş îradeya xwe xurttir bikin. Seîd got “Divê em têkoşîna xwe bidomînin, Rêveberiya Xweser biparêzin û rêxistina xwe xurttir bikin.”

Mihemed Seîd, di sedsaliya wê de Peymana Lozanê şermezar kir. Mitîng bi dirûşmeya “Bijî têkoşîna gelê me” bi dawî bû.

(c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ug_wTYJUYbg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>