Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê bi encamnayekê civîn bi dawî kir

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salane ya jinan bi diruşma "Bi berxwedana jinan û çeka zanistê em ê nifşekî pêşeng û zana bigihînin" û bi armanca nîqaşên xwe li xebatên komîteyê kirine û rêbazên pêşxistina perwerdê li Dêrazorê civînek li dar xist.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê bi encamnayekê civîn bi dawî kir
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê bi encamnayekê civîn bi dawî kir
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê bi encamnayekê civîn bi dawî kir
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê bi encamnayekê civîn bi dawî kir
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê bi encamnayekê civîn bi dawî kir
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê bi encamnayekê civîn bi dawî kir
22 tîrmeh, 2023   16:35
DÊRAZOR-ÊMILÎ SELOM

Di civînê de nûnerên Meclisa Sivîl a Dêrazor, saziyên Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê, nûnerên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Dêrazorê beşdar bûn. Civîn li hola Meclisa Sivîl a li herêma Sebe Kêlo ya Dêrazorê hate lidarxistin.

Di civînê de hevseroka Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê Emîne Salih axivî û wiha got: "Em bi xêrhatina mêvanên xwe yên hemû saziyên Meclisa Sivîl a Dêrazorê dikin ku beşdarî civîna salane ya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê bûn. Di vê civînê de hebûna jinan di perwerde û fêrkirinê de îsbat dike ku rola wê di hemû aliyan de heye."

Emîne wiha domand: "Jin berê di bin nîrê zihniyeta baviksalariyê de bû û êşên nezanîn, zulm û çewisandina nasnameyê kişandin."

Emîne destnîşan kir ku niha jin di bin sîwana Rêveberiya Xweser de rola û cihê xwe xurt e, ew di aliyê perwerde û fêrkirinê de mamoste û rêveber e.

Emîne wiha pê de çû: "Niha jin di cihê biryardayîn, siyaset, rêvebertî û li dijî dijmin di eniyên pêş de ye, di hemû aliyên jiyanê de hevserok e. Bi wê yekê cihê rêveberineke serkeftî digire, mîna berê di jiyana xwezayî de kiriye."

Emîne wiha dawî li gotina xwe anî: "Projeya Rêber Abdullah Ocalan jin bi fikra xwe ya mezin cuda kiriye, dê bihêle jin roniyê bide û civakê biguhere."

Li ser navê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê endama rêveber a kombûnê Xatim El Ewad axivî û wiha got: "Em pêşwaziya her jineke Sûriyeyî ya pêşeng û hîna xwedî biryar û israra ber bi pêşketinê ve ye û li dijî hemû zihniyetên şer kiriye û li hember disekine pêşwaz dikin."

Xatim wiha domand: "Her jinek bi me re beşdar e, xwedî dîroka ji êşan ku nayên jibîrkirin e. Lê îro em ji wan re dibêjin ey pêşeng, ey jina gewre û mamoste êdî mafên te yên nêrînê bi rêya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan heye."

Xatim got niha jin bûye xwedî biryar û îro Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya destekê dide her jineke têkoşer ku fikir û zanabûnê di nava ferdên malbatê û civakê de bi pêş dixe.

Dûre endama Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê Nîda El Emîn rapora salane ya xebatên komîteyê xwend, sînevîzyonek li ser xebatên wê hate pêşkêşkirin.

Civîn bi nîqaş û pêşniyarên beşdaran ên li ser başkirina rewşa perwerdê der barê qonaxên xwendinê li Dêrazorê bi dawî bûn û wiha ne;

Vekirina dewreyên akademiyên vekirî û girtî.

Mamoste li gorî rêziknameya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî rêxistinkirî pabendî xebatê bin.

Aktîfkirina rola jinan di sazûmaniya nû ya îsal de.

Hemû hevserok pabendî civînên mehane bin.

Dewreyên komputerê werin vekirin.

Civînên malbatên xwendekaran werin lidarxistin.

(fr)

ANHA