​​​​​​​Gavên pratîk ji bo pêkanîna Rêveberiya Xweser li Siwêdayê

Serokê Partiya Lîwa ya Sûrî Malik Ebû El Xêr eşkere kir ku wan ji bo pêkanîna modela Rêveberiya Xweser gelek gav avêtine; mîna vekirina nivîsgehan, pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê. Her wiha destnîşan kir ku ew amadekariyan dikin ku hêzeke siyasî, civakî û sivîl ji bo birêvebirina herêmên xwe ava bikin. Ebû El Xêr îşaret pê kir ku tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji wan re bûye îlham.

​​​​​​​Gavên pratîk ji bo pêkanîna Rêveberiya Xweser li Siwêdayê
21 tîrmeh, 2023   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL HEBÎB

Partiya Lîwa ya Sûrî ku li Siweydayê dixebite, behsa gavên pratîk ji bo pêkanîna Rêveberiya Xweser li Siwêdayê wekî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Li parêzgeha Siweyda ya Sûriyeyê, tevgereke siyasî ya muxalifê hikumeta Şamê heye. Lê hêzên siyasî yên li wir, piştgiriya tevgerên “opozîsyona Sûriyeyê” nekir ku fermanên hêzên herêmî, di serî de dewleta Tirk a dagirker, pêk tîne.

Hemwextî avakirina partiyan û hêzên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, şêniyên Siweydayê li ser şopa tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca parastina herêmên xwe, komên leşkerî yên xwecih ava kirin.

‘GELEK ŞERT Û MERCAN RÊVEBERIYA XWESER KIR PÊWÎSTIYEK’

/kr/uploads/files/2023/07/20/193108_.webp

Serokê Partiya Lîwa ya Sûrî Malik Ebû El Xêr ji ajansa me re têkildarî şert û mercên siyasî yên ku ji ber wê modela Rêveberiya Xweser pêk tînin, axivî û got: “Saziyên dewletê êdî nikarin xizmeta civakê bikin nemaze gendeliyeke mezin lê belav e ku êdî nepêkane bê çareserkirin yan jî sînordarkirin. Dizî eşkere ye. Xebatên xizmetguzariyê di asta herî nizm de ye. Mînak, ji sê mehan ve av nagihêje hin taxên başûrê Sûriyeyê. Li hin taxan jî ji 5 mehan ve bê av in. Kehrebe jî 6 saet tê qutkirin. Li hin taxan jî ev dem zêdetir e.”

Têkildarî rewşa ewlehiyê Ebû El Xêr wiha axivî: “Her şaxeke ewlehiyê li Siweyda û Derayê, komeke çeteyên wê hene ku xelkê direvînin, didizin û bazirganiya narkotîkê dikin. Ev kom, ewlehiya li başûr Sûriyeyê kontrol dikin. Tevliheviya ewlehiyê gihaştiye lûtkeyê. Rewşa jiyanî jê ne baştir e. Tu projeyên aborî lê tune ne ku pêla koçberiyê rawestîne. Qada çandiniyê jî hatiye paşguhkirin. Ji ber wê cotkar erdê xwe difroşin.”

Ebû El Xêr destnîşan kir ku wî bi kurtasî rewşa mîna dojehê ya li başûrê welêt şîrove kiriye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê em di aliyê siyasî, civakî û aboiyê de kar bikin ji bo ku welêt ji vê rewşê xilas bikin. Pêşkêşkirina têgeha Rêveberiya Xweser, roleke di ji nû ve avakirina civakê de dilîze.”

PÊVAJOYÊN LI DÛ HEV Û GELEK NIVÎSGEH

Malik Ebû El Xêr teşeya Rêveberiya Xweser a ku li ser dixebitin ji bo ku li Siweydayê pêk bînin, wiha şîrove kir: “Em li ser qonaxên li dû hev kar dikin. Qonaxa yekemîn a xebatan e. Bi rastî me dest pê kiriye. Me nivîsgeha saziya avê ya partiyê ava kiriye ku vê mehê av li zêdetirî 700 malbatan belav kir, nemaze yên ku aboriya wan ne baş e û nikarin avê bikirin. Her wiha di plansaziya me de heye ku di dema bê de av li 4 hezar malbatan bê belavkirin. Ev dê barên welatiyan sivik bike.”

Der barê qonaxa duyemîn de Ebû El Xêr ev agahî parve kirin: “Em di vê qonaxê de armanc dikin ku hêzeke siyasî, civakî û sivîl bi rêya lidarxistina kongreyeke giştî û bi tevlêbûna pêkhateyên siyasî, civakî û olî yên parêzgehê ava bike. Ji bo ku parêzgehê di dema bê de bi rêve bibe. Yekemîn ajandeya xebatên me, rêgirtina li pêşiya diyardeya narkotîkê di nav civakê de ye.”

Girêdayî qonaxa sêyemîn jî Ebû El Xêr got: “Me nivîsgeha xebitandin û şaredariyan vekir. Ev nivîsgeh, li ser çalakkirin û xebitandina şaredariyên di nav taxên parêzgehê de dixebite.”

Li gor Ebû El Xêr di qonaxa çaremîn de jî nivîsgeha parastina sivîl vekirin ku nivîsgehê, gelek projeyên xizmetguzarî di nav parêzgehê de li dar xist. Di nav de dezenfektekirina taxên ku ji zêdetirî 3 mehan ve çopê lê kom bûne, dibistanan û dar li rûberên fireh çandin ku berê hatibûn qutkirin.

Her wiha Ebû El Xêr der barê qonaxa pêncemîn de wiha axivî: “Nivîsgeha jinan hat avakirin ku xebatên xwe ji bo zêdetirî 2 hezar jinên li Siweydayê re û desteka pêwîst ji wan re pêşkêş kirin, dewreyên pîşeyî, siyasî, aborî li dar xistin û têgeha rêveberiya xweser di nav civakê de xurttir kir. Gelek ji wan jinan kadroyên Partiya Lîwa ya Sûrî ne.”

Ebû El Xêr wiha pê de çû: “Tîmek ji bo destwerdana lezgîn a tenduristiyê hat avakirin. 2 tîm hatin hazirkirin. Her tîmek, dewreya destwerdana lezgîn, dermankirina tevahî rewşan, temam kirin. dema şer an jî pevçûnek çêbibe dikarin mudaxeleya pêwîst bikin û birîndaran derman bikin.”

PÊVAJOYÊN BÊ; KOORDÎNEYA BI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ RE

Ebû El Xêr eşkere kir ku amadekariyan dikin ji bo ku di dema bê de gelek qonaxan bidin destpêkirin.

Têkildarî derfeta berfirehkirina vê rêveberiyê bi rêya gotûbêjkirina bi hêzên siyasî re da ku başûrê Sûriyeyê jî vehewîne, Ebû El Xêr got: “Tedbîr hene, lê naxwazin eşkere bikin.”

‘TECRUBEYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ JI BO ME ÎLHAM BÛ’

Serokê Partiya Lîwa ya Sûrî Malik Ebû El Xêr destnîşan kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wan îlham bû û ev li gotinên xwe zêde kir: “Me gelek sûd ji tecrubeyên ku em tê re derbas bûne kir. Ji bo me, pêkanîna Rêveberiya Xweser, gaveke bi wêrek û teşwîqkar e û karî cihê xwe li qada Sûriye û navneteweyî îsbat bike. Em şanaz in ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevkariyê bikin, hewldanan di çarçoveyeke firehtir û li aliyê siyasî, aborî û civakî giştîtir de koordîne bike. Tecrubeyan parve bikin û ji hev sûdê bigirin.”

Girêdayî pîwstiya pêkanîna modela Rêveberiya Xweser wek çareseriyekê ji aloziyê re Ebû El Xêr got: “Êdî gelek pêwîst bûye nemaze li gel dizî û talankirina bê merhemet a li dijî welatiyan tê kirin. Welat veguherî jêdera gendeliyê di aliyê ewlehiyê, aboriyî, leşkerî û parçebûna saziyên dewletê de. Ji bo ji nû ve avakirina civakê, xilaskirina welêt, yekkirina pêkhateyên siyasî û civakî, yekitiya axa Sûriyeyê û Sûriyeya bê ji nû ve li gorî têgeheke nû ava bikin, êdî pêşkêşkirina têgeha Rêveberiya Xweser bûye pêwîstiyek.”

(şx)

ANHA