Dewleta Tirk 30 meh e ava Firatê digire

Dewleta Tirk a dagirker 30 meh e bê navber ava çemê Firatê ji ser Sûriyeyê digire, ji lew re sewiyeya avê pir kêm bûye.

Dewleta Tirk 30 meh e ava Firatê digire
21 tîrmeh, 2023   03:31
KOBANÊ - CÛMA MIHEMED

Dizîna para Sûriyeyê ji ava çemê Firatê sala 2017`an dest pê kir, ji wê demê de dem bi dem av dihat girtin. Lê ji 27`ê Çileya 2021`an ve dewleta Tirk bê navber avê dibire.

Ji wê demê de dewleta Tirk a dagirker di saniyeyê de li şûna 500 metrekab av, tenê 200 metrekab avê berdide. Ev yek protokola di navbera Sûriye-Tirkiyeyê ya 1987’an binpê dike.

Piştî 30 mehan sewiyeya çemê Firatê pir kêm bûye. Golên li pişt her sê bendavên li ser çemê Firatê yên li Sûriyeyê ku ya herî mezin Bendava Firatê ya li Tebqayê ye, pir kêm bûne.

Gola Bendava Firatê têra 14.5 milyar metrekab avê dike, lê vê dawiyê ji ber kêmbûna ava ji Bakurê Kurdistanê tê, 4 milyar metrekab kêm bûye. Ava ku dewleta Tirk berdide, têra ava vexwarinê, avdan û hilberandina kehrebeyê ya herêmê nake.

Ruxmî bangewaziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hêzên navneteweyî, hikumeta Şamê û Iraqê jî ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku li gorî qanûnên navneteweyî tev bigere û para Sûriye û Iraqê ji ava Firatê nedize, lê belê her du hikumetên Şam û Bexdayê hê jî bê deng in û li hember dewleta Tirk tu helwestê nîşan nadin.

Vê dawiyê her du aliyan têkildarî vê aloziyê daxuyanî dan. Beşar Esed di dema serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo Sûriyeyê de got: “Hin dewletên cîran yekser piştgirî da teorrê û para Sûriye û Iraqê û ji ava çemên Firat û Dîcleyê dizîn, ev tê wateya tîbûn û birçîbûnê.”

Sûdanî jî daxuyand ku astengiyên hevbeş ên welatê wî û Sûriyeyê hene û bal kişand ser hevkariya ji bo mîsogerkirina parvekirina adil a avê.

Beriya niha jî hikumeta Iraqê eşkere kiribû ku depoya avê ya welat dike vala bibe û ava ji Tirkiye, Sûriye û Îranê tê ji sedî 70 kêmtirî para berê ye.

Li paytexta Iraqê Bexdayê rojane bi sedan iraqî li pêş balyozxaneya dewleta Tirk li dijî girtina ava çemên Firat û Dîcleyê xwepêşandanê dikin û banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê dikin. Xwepêşandêr bang li hikumeta welatê xwe jî dikin ku bikeve nava tevgerê.

Di 25`ê Hezîranê de serokê Iraqê Ebduletîf Reşîd dewletên cîran wekî berpirsyarên aloziya avê ya li Iraqê nîşan dan û got: “Aloziya avê ji ber hin sedeman derketiye, ji wan guhertina avhewayê û kiryarên dewletên cîran e.”

Herî dawî di 18`ê Tîrmehê de cîgirê serokê Komîteya Çandiniyê û Avê ya Parlamentoya Iraqê Hisên Merdan daxuyandibû ku dewleta Tirk av bi temamî ji ser Iraqê girtiye.

(c)

ANHA