Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevîdtinê serlêdan kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo bikarin hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevîdtinê serlêdan kir
18 tîrmeh, 2023   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol, ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîda giran a Îmraliyê de ye, hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfaza Ceza ya Îmraliyê da. Parêzeran ji bo Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê girtî jî ne, serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nayê stendin.