​​​​​​​KNK’ê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

KNK’ê bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê peyameke pîrozbahiyê weşand û hate gotin “Di 11 saliya avabûna xweseriya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê de gelên Kurdistanê û hemû rêveberiya polîtîk, îdarî, asayişî û leşkerî pîroz dikin.”

​​​​​​​KNK’ê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir
18 tîrmeh, 2023   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava peyamek da. Di peyamê de wiha hate gotin:

“19’ê Tîrmehê 2012’an ji Kobanê dengê xweseriyê bilind bû, çirûska şoreşa Rojavaya Kurdistanê pê ket û roj bi roj geş bû.

Rojavaya Kurdistanê ji mêj ve bû ku xwe ji xweseriyê re amade dikir. Ji Dêrikê, Qamişloyê, Amûdê, Serêkaniyê, Kobanê û Efrîn û erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê ji her alî ve xwe amade dikir ku xwedî li çarenûsa xwe derkeve.

Di wan şert û mercên aloziya navxweyî ya Sûriyeyê de, Kurd û kurdistaniyan hêza xwe kirine yek, da ku li Rojavayê Kurdistanê valahiyeke desthilatî çênebe.

Ji destpêkê ve dagirkerên Kurdistanê ji vê pêşketina li Rojava nerazî ne. Bi taybetî Tirkiye berê tîrên xwe yên bi jehr daye Rojavayê Kurdistanê. Li Kobanê li hemberî DAIŞ’ê berxwedaneke destanî hate raberkirin û çete têk çûn.

Bi têkçûna DAIŞ’ê re dewleta Tirk jî li Kobanê şkestineke mezin xwar. Piştî vê têkçûnê, berê xwe da Efrînê. Bi çeteyên xwe ve jiyana gelê herêmê kir dojeh. Lê gelê herêmê li hemberî vê zext û dagirkeriyê, ketine nava têkoşîneke bê hempa.

Rejîma Şamê, bi vê lewaziya xwe jî, di warê pêkhatineke demokratîk ya li tevahî Sûriyeyê de, hemû daxwaz û teklîfên maqûl û demokratîk ên rêveberiya Rojavaya Kurdistanê paşguh dike û bi vê pozîsyona xwe, rê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk vedike.

Di 100 saliya Peymana Lozanê de ya bêdad de, dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya Lozanîst di asta ekstremîst de didomîne û axa yekpare ya Rojavaya Kurdistanê jî parçe parçe dike û dixwaze vê destkeftiya gelê Kurdistanê û gelên herêmê têk bibe.

Em weke KNK, di 11 saliya avabûna xweseriya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê de gelên Kurdistanê û hemû rêveberiya polîtîk, îdarî, asayişî û leşkerî pîroz dikin.

KNK daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistaniyan dike ku ji bo parastin û jiyandina rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê piştevaniyê xurt û mezin bikin.”