Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Dêrazorê hat pîrozkirin

Şêniyên Dêrazorê bi şahiyekê salvegera 11'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir.

Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Dêrazorê hat pîrozkirin
Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Dêrazorê hat pîrozkirin
Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Dêrazorê hat pîrozkirin
Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Dêrazorê hat pîrozkirin
Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Dêrazorê hat pîrozkirin
18 tîrmeh, 2023   12:23
DÊRAZIR

Bi boneya salvegera 11'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Meclisa Sivîl a Herêma Rojhilat a Dêrazorê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şahiyek li dar xist.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan û bi sedan şêniyên gundewarên rojhilatê Dêraozêr beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecînê Rakan Firêh axivî û salvegera şoreşê li malbatên şehîdan pîroz kir.

Bi navê şêniyên gundewarên rojhilat ê Dêraozrê hevserokê Meclisa Sivîl a Herêma Rojhilat a Dêrazorê Siûdî El Xedban jî daxuyanî xwend.

El Xedban anî ziman ku şoreşa Rojava ji şoreşên dîtir cuda ye û got: "Şoreşa Rojava şoreşa têgîn, nirx û rêgezan e, ku ji destpêka derketina modernîteya kapîtalîzmê cîhanê dev jê  berdaye. Çirûska oreşa pîroz li Kobanê pêket û wek pêtên agir li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn.  Gelê herêmê tîhê azadî û nirxên mirovî bû."

El Xedban diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê rewşeke nû li Rojhilata Navîn a ku jêdera şaristanî, ol û çandên cuda ye, afirand.

Piştî axaftinan, şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(bb)

ANHA