​​​​​​​Di 6 mehan de 270 giliyên têkildarî îşkenceya rayedarên Tirk

TÎHV’ê diyar kir di 6 mehên pêşîn ên îsal de 270 serlêdanên têkildarî îşkenceyên hêzên dewleta Tirk li wan hatine kirin.

​​​​​​​Di 6 mehan de 270 giliyên têkildarî îşkenceya rayedarên Tirk
18 tîrmeh, 2023   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê TÎHV’ê (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) parêzer Mûrat Aba diyar kir di sala 2023’yan de ji ber îşkenceyên dewleta Tirk 270 serlêdan li weqfa wan hatine kirin.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) daneyên îşkenceya dewleta Tirk qeyd dike, piştgiriya tedawî û rehabîlîtasyonê dide kesên îşkence dîtine. Li gorî daneyên TÎHV’ê di sala 2022’yan de hezar û 201 û heta Gulana 2023’yan jî 270 kesan ji ber îşkenceyê serî li wan daye.

Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê parêzer Mûrat Aba ji ANF'ê re axivî û got: "Di nav serlêdanên ji bo weqfê de ev hejmareke zêde ye. Ji nav 1079 kesên ku îşkence dîtin, 547 kesan li midûriyetên emniyetê, 61 kesan li qereqolan û 69 kesan jî li jendirmeyan di destgîrkirina fermî de îşkence dîtine.  331 kesan jî di wesayîtên destgîrkirin û neqlkirinê de îşkence dîtine. Ev nîşan dide ku îşkence zêde bûye. Ev dane yên hemû nûnertiyên weqfê ne û yên kesên piştî destgîrkirinê hatine berdan. Hinek jê di destgîrkirinê de îşkenceyê dibînin û tên girtin. Bi awayekî xwezayî ev kes nikarin serî li me bidin. Em dizanin ku ev hejmar ji ya rastî zêdetir e.”

Parêzer Aba bal kişand ser vî tiştî ku daneyên sala 2023’an zêdetir e lê di pêvajoya erdhejê de bi mehan serîlêdan li şaxa Amedê nehatiye kirin û got “Erdhejê bandoreke taybet li nûnertiya Amedê kir, ji ber ku bandor li tevahiya Tirkiyeyê kir. Ji ber avahiya ku nûnertiya me lê ye  li pişt qada Diyar Galeriayê bû û ev der bi mehan girtî ma. Ketina weqfê jî qedexe bû. Ji ber vê nêzî du mehan weqf girtî ma. Piştî du mehan vebû, mixabin ji ber ku weqfa me li qata 14emîn bû, pirsgirêka asansorê hebû. Ji ber vê pirsgirêkê çend meh in em nikarin serlêdanan werbigirin. Ji ber vê yekê em dizanin ku bûyerên îşkenceyê yên îsal zêdetir in.”

KESÊN KU 30 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MANE JÎ SERLÊDANÊ DIKIN

Parêzer Mûrat Aba derbarê girtiyên 30 salî yên serî li weqfa wan dane jî got “Nêzî 50 serlêdan tenê ji nûnertiya Amedê re hatine. Kesên ku 30 salan di girtîgehê de mane, mafê wan ê tendirustiyê bi dehan salan hatine binpêkirin. A rast bi qasî 30 salan mafê wan ê tedawîbûnê hatiye astengkirin. Em vî tiştî wekî îşkence dibînin. Li gorî peymanên navneteweyî divê girtî rojê 10 saetan derkevin bêhnekê bistînin lê mixabin li Tirkiyeyê di hefteyekê de jî 10 saetan nikarin bêhnê bistînin. Em vî tiştî jî wekî îşkence dibînin. Divê hînî jiyana bajêr jî bibin. Pisporên me yên xizmeta civakî û bijîşkên me ji bo hêsankirina vî tiştî tişta ji destê me tê, em dikin.”