Şandeyeke Katalan li herêma Firatê ye

Şandeyeke ji herêma Katalonyayê serdana herêma Firatê kir û bi Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê re civiya.

Şandeyeke Katalan li herêma Firatê ye
18 tîrmeh, 2023   09:53
KOBANÊ

Endamên Parlamentoya Katalonyayê Robin Wagensberg û Marc Barbasil û aktîvîsta mafên mirovan û ya civakî Lara Costafreda destpêkê serdana Goristana Şehîd Dîcle kir. Şande li bajarê Kobanê ji aliyê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê ve hat pêşwazîkirin.

Herdu aliyan têkiliyên navbera herêma Katalonya û Rêveberiya Xweser nîqaş kirin.

Şandeya Katalonyayê rewşa siyasî, aborî û civakî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê ji nûnerê Rêveberiya Xweser re pirsî.

Şandeyê sedema derengbûna serdana xwe ya ji herêmê re spart êrişên dewleta Tirk a dagirker û astengiyên ku hikumeta Başûrê Kurdistanê derdixistin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn rewşa herêmê ji şandeyê re nirxand û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, hedefgirtina welatiyan bi balafirên bê mirov û hewldanên wê yên dagirkirina herêmê. Her wiha îşaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk kir.

 Şahîn ji şandeyê xwest ku bi taybetî di warê perwerde û xizmetguzariyê de têkiliyan bi Rêveberiya Xweser xurtir bike û rewşa li herêmê ji tevahî cîhanê re parve bike ku Rêveberiya Xweser ji aloizya Sûriyeyê re çareseriya herî guncaw e. Her wiha got, naskirina Rêveberiya Xweser dê mafên tevahî pêkhateyan mîsoger dike.

Li gorî plana şandeyê di serdana mûzexaneya Kobanê û hin saziyên sivîl ên li kantonê bike, piştre dê serdana herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.

Hêjaya bibîrxistinê ye ku herêma Katalonyayê di sala 2021'ê de Rêveberiya Xweser nas kir.

(bb)

ANHA