Meclisa Rêveber di nav de aloziya avê ya li Hesekê kar û xebatên li herêmê gotubêj kirin

Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya asayî bi hevserokatiyên meclisên rêveber ên Rêveberiya Xweser û Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li dar xist.

Meclisa Rêveber di nav de aloziya avê ya li Hesekê kar û xebatên li herêmê gotubêj kirin
15 tîrmeh, 2023   18:11
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di civînê de serî pêşîn, rewşa siyasî, bandorên wê li ser welêt û herêmê û astengiyên li pêşiya kar û xebatên rêveberiyan derketine hatin nîqaşkirin û ji bo pirsgirêkan re hin çareserî hatin pêşiyarkirin.

Di civînê de, xebatên wergirtina hilberîna genim û agahiyên der barê miqdara ku her rêveberiyekê wergirtiye, hatin parvekirin. Desteya serokatiyê, perspektîf da rêveberiyan ku xebatên wergirtina genim hêsan bikin û astengiyan li pêşiya cotkaran dernexin. Her wiha rewşa firin, rêbazên başkirina kalîteya nan û pêxistina qada tenduristiyê hatin nîqaşkirin.

Aloziya avê ya li Hesekê mijara sereke ya civînê bû ku piraniya rêveberiyan ragihandin ku ew amade ne bi awayekî demkî alîkariya xelkê Hesekê bikin ji bo ku zehmetiyên vê pirsgirêkê li ser wan sivik bikin. Desteyê bang li deste û komîteyên kar û barên civakî û xebitandinê ku şert û mercên jiyanê yên niştecihên kampan zêde bikin.

Piştî wê, li ser daxwaz û giliyên xelkê herêmê komîteyeke pirspor hate avakirin ji bo ku li îstîsmarên jeneratoran vegere û buhayê embîrê li herêmê bike yek.

Di dawiya civînê de, projeyên îstîsmarî yên rêveberiyên sivîl û xweser ên îsal hatin nirxandin. Desteyê bang li wan rêveberiyan kir ku lez bidin kar û xebatên xwe ji bo ku projeyan temam bikin.

(şx)