Di salvegera 11`emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê- 1

Dema Bihara Gelan li herêma Rojhilata Navîn ji Tunis û Misirê di 2010′an de dest pê kir, zemîna li Sûriyeyê ji bo tevgerê amade bû. Di 2011′an de li tevahî parêzgehên Sûriyeyê tevgerê dest pê kir. Lê çirûska wê ji Kobanê di 19′ê Tîrmeha 2012′yan de dest pê kir, lê armancên wê cuda bûn.

Di salvegera 11`emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê- 1
15 tîrmeh 2023   03:17
KOBANÊ

Di nîvê Adara 2011′an de bi meşan tevgerekê li Sûriyeyê dest pê kir. Li tevahî parêzgehên Sûriyeyê meşên bi banga "hilweşandina rejîmê" bêyî bernameyeke aşkera, tevgerê dest pê kir.

Li Rojava ev yek cuda bû. Tevger li ser zemîneke şoreşgerî û felsefîk a giştî bû û banga guhartina rejîman dikir.

Sala 2004′an, dema serhildana Qamişloyê li dijî desthilata Baasê dest pê kir, zemînek ji bo Şoreşa 19′ê Tîrmehê ya 2012′yan ava bû.

ŞOREŞÊ LI KU DEST PÊ KIR?

Şoreşê li Kobanê, dema gel tevahî hêzên ewlehiyê û saziyên girêdayî Partiya Baasê ji bajarê xwe derxistin, dest pê kir.

Şoreşê ji avahiya Partiya Baasê ya li Kobanê dest pê kir û gel şaxên ewlehiyê yên girêdayî Baasê neçar kirin ku radest bibin û ji bajêr derkevin. Her wiha avahiyên navenda çandê û yên hêzên hikumeta Şamê, Seraya, Weqfa Cotkaran, avahiya Gerînendetiya Herêmê, avahiya saziya leşkerkirinê, saziyên giştî yên mezêxeran, gerînendetiya darayî, girtîgeh û gelek navendên din hatin rizgarkirin.

Avahiya Partiya Baasê ya li Kobanê ku sembola desthilata navendî bû, piştî şoreşê bû navenda Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê.

Avahiyên din jî veguherîn navendên ji bo xizmetkirina gel û perwerdeyê.

Rêber Abdullah Ocalan di Tîrmeha 1979′an de ji Tirkiyeyê derbasî Kobanê bûbû. Li vî bajarê dîrokî veguherîn çêbû. Piştî Kobanê, şêniyên Efrîn, Qamişlo û Hesekê saziyên Baasê ji herêmên xwe derxistin û xwe bi rêxistin kir.

Kobanê ku dergûşa Şoreşa 19′ê Tîrmehê ye, di 2014′an de bû sembola cîhanê ya têkoşîna demokrasiyê li dijî pergala hegemon.

Di Îlona 2014′an de çeteyên DAIŞ′ê bi piştgiriya yekser a dewleta Tirk êrişî Kobanê kir. Lê piştî Rêber Abdullah Ocalan seferberî ragihand, bi sedan ciwan û keçên Kurd berê xwe da kantonê, her wiha Kurdên li tevahî parçeyên Kurdistanê, ciwanên ji welatên cuda berxwedaneke dîrokî raber kir. Di encamê de DAIŞ cara yekemîn têk çû.

Piştî vê serkeftinê, projeya Rêveberiya Xweser berbelav bû, ji Kobanê ber bi Efrîn û Cizîrê ve, dûre ber bi Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazorê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ve çû. Ne tenê ev, lê şoreşa ku li pêş avahiyekê li Kobanê dest pê kir, hişt şêniyên parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê jî gelek caran xwepêşandanan li dar bixin û banga rêveberiyeke xweser mîna ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

(fr)

ANHA