​​​​​​​Li ser rêya koçberiyê 289 zarokan jiyana xwe ji dest da

UNICEF’ê da zanîn ku îsal nêzî 289 zarok li ser rêya koçberiyê di Deryaya Spî de xeniqîne.

​​​​​​​Li ser rêya koçberiyê 289 zarokan jiyana xwe ji dest da
14 tîrmeh, 2023   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

UNICEF′ê da zanîn ku îsal di dema hewldana derbasbûna bi rêya koçberiyê ji bakurê Afrîkayê ber bi Ewropayê ve, li Deryaya Spî nêzî 289 zarok mirine.

Li gorî UNICEF′ê her hefteyekê nêzî 11 zarok di nava mirî û windahiyan de bûn.

Li gorî daxuyaniya UNICEF′ê ji Çileya 2023′yan vr nêzî 11 hezar û 600 zarok gihaştine beravên Îtalyayê ku ji bakurê Afrîkayê dihatin.

Her wiha UNICEF′ê diyar kir ku piraniya zarokan ji Afrîkayê û Rojhilata Navîn dihatin.

UNICEF′ê destnîşan kir ku ji 2018′an de nêzî hezar û 500 zarok dema malbatên wan hewl dida Deryaya Spî derbas bikin, jiyana xwe ji dest daye.

(fr)