′Em ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê mezin bikin′

Kurd, Ereb û Suryanên li Qamişlo, Kobanê û Tebqayê soza dewamkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nû kir.

11 tîrmeh, 2023   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên gel berdewam dikin. Di heman çarçoveyê de îro li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, herêma Firatê û bajarê Tebqayê meş hatin lidarxistin.

Di her sê çalakiyan de bi sedan şêniyên herêmê, endamên meclis û saziyan, nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, endamên Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan û endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Meşa li Tirbespiyê ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li sûka navendî veguherî mîtîngê.

Li herêma Firatê jî meşvanan ji Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest bi meşê kir û li Çerxerêya Aştiyê rawestiyan.

Şêniyên Tebqayê jî ji Taxa Yekemîn a bajêr heta pêşiya navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk a li navarasta bajêr meşiyan.

Di meşan de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û diruşmên "Hilweşe faşîzm", "Azadî ji Rêber Apo re" û"Bê serokê jiyan nabe" hatin berzkirin.

Meş piştre veguherîn mîtîngan. Di mîtîngên li Tirbespiyê û Kobanê de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) axaftin hatin kirin. Li Tebqayê jî daxuyanî hat xwendin.

Li Tirbespiyê Hevserokê PYD`ê yê navçeyê Ebdulkerîm Hiso axivî û got: "Dewleta Tirk a faşîst li dijî Rêbertî siyasetên şerê taybet, tecrîd û êşkenceyê dimeşîne. Ev zext ji bo şikandina vîna gelên azadîxwaz û gelên xwedî li fikr û felsefeya Rêbertî derketine ye.”

Hiso anî ziman ku pêkhateyên herêmê bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer kirin û azadî di nirxand û parêznameyên wî de dît û got: “Em ê ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî hemû hewldanan bidin."

Li Kobanê jî endamê Desteya Rêveber a PYD′ê Salih Nûh bal kişand ser îflasa dewleta Tirk a dagirker û got: "Careke din planên qirêj li dijî herêmên me dimeşîne û bi rêya tecrîda li ser Rêbertî vîna gel hedef digire. Ev yek jî nîşaneya îflasbûna dewleta Tirk a dagirker di nêzîkatiyên wê li hember krîzên hundirîn ên Tirkiyeyê ye.”

Nûh diyar kir ku civaka navneteweyî li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bêdeng e û wiha dom kir: “Lê gelê herêmê gotina xwe gotiye, yan jiyana birûmet an jî şehadet. Em şopdarên felsefeya Rêbertî ne, em fêrî berxwedanê bûne. Divê dewleta Tirk vê yekê baş bizane."

Nûh wiha destnîşan kir ku serkeftin nêz e û got: “Divê em bi hemû rê û rêbazan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin. Azadiya Rêbertî azadiya me ye."

Li Tebqayê jî endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Nûr El Hefinî bi navê şêniyên Tebqayê daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî dewleta Tirk a dagirker di pêkanîna armancên xwe de bi bin ket, sûcên li Îmraliyê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan di nava bêdengiya rêxistinên hiqûqî, mirovî û CPT′yê de zêde kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ruxmî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Rêbertî li hember siyasetên derexlaqî li ber xwe dide.

Her wiha gefên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de şêniyan soz da ku ew ê li ser metod û fikra Rêber Abdullah Ocalan bin, heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li qadên têkoşînê bin.

(fr/c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Tujz6iOt1ys" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oa10wLr8Hjc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>