​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-7-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-7-2023
10 tîrmeh 2023   23:00

Welatparêz Elî Sadûn ku sala 1996`an de Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, got, “Rêbertî digot bi hêza xwe bawer bin û li benda kesî nemînin. Ji bo azdiyê ji bilî berxwedanê tu rêyên din tune ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çîroka Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û aliyên ev komplo saz kir, ji her kesî re eşkere ye. Saziyên îstixbaratê yên herêmî û navneteweyî bi çavdêriya îstixbarata Amerîkayê (CIA) û îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) bi vê komployê xwest têkoşer Abdullah Ocalan bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kesayet û taîfeyên olî destnîşan kirin ku lidarxistina kongre û komxebatan, yekitiya olan xurttir dike û wê bi rêya rast ve dibe. Her bang li tevahî ol û baweriyan kir ku li hember êrişên qirkirinê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gerînendeya Navenda Lêkolînên Zayend û lêkolînera ji Sûdanê Nemat Koko got bingeha şoreş û tevgerên jinan ên cîhanê, ew e ku doza jinan bibe doza civakê. Her wiha destnîşan kir ku divê xebatên jinan li ser tevahî astan werin pêşxistin û got: "Heke doza kurd çareser nebe doza jinan çareser nabe." (BI WÊNE)

Şêniyên herêma Firat ji bo şermezarkirina gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bike, xwepêşandanekê li dar dixe. Di heman çarçoveyê de li navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo xwepêşandanek li dar dikeve. Her wiha I navçeya Girkê Legê jî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê çalakiya konvedanê ya rojekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya penceşêrê navendekê ji bo dermankirina vê nexweşiyê, li nexweşxaneya nîştimanî ya Reqayê  vedike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo cenazeyên 2 şehîdên Erka Xweparastinê li Goristana Şehîdan oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê û bajarê Minbicê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dibin ku Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Şilêr a Şopandina Kar û Barên Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li stada El Qela ya qamişlo, pêşbirga zarokan li dar dixe saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koma Şanoyê ya Şehîd Yekta li Kobanê bi boneya salvegera şehadeta şehîd Zîlan şanoyek bi navnîşan “Zîlan” li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido pêşan dide saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA