Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo dîtina Rêber Ocalan serî li NY`yê da

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê daxwaz kirin ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin û diyar kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew ê têkoşîna hiqûqî bidomînin.

Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo dîtina Rêber Ocalan serî li NY`yê da
9 tîrmeh, 2023   08:51
QAMIŞLO

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê têkildarî mijarê li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a girêdayî NY`yê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Heman daxuyanî li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê jî hat xwendin.

Daxuyaniya li Qamişlo bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê Hevseroka Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xanim Eyo û endamê heman însiyatîfê Xalid Omer ve hat xwendin. Daxuyaniya li Kobanê jî ji aliyê parêzer Mistefa Şêx Muslim ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir de di encama dadgehkirineke nerewa de li Girtîgeha Îmraliyê û di nava şert û mercên nemirovî û dijzagonî de tê ragirtin û dewleta Tirk mafên wî yên herî bingehîn ên mirovî jî binpê dike.

Di daxuyaniyê de bal li ser tecrîda li dijî Rêber Ocalan a ku di salên dawîn de girantir bûye, hat kişandin û hat gotin: “Di van salên dawîn de dewleta Tirk tecrîdeke pir tund li ser rêbertî ferz kiriye; ew ji hevdîtina bi parêzer û malbata wî re bêpar kirîye, ango ew di nava tarîtîyeke bêhempa de hiştîye ku hevdîtina wî ya dawîn bi parêzerê wî re di tebaxa 2019an de pêk hat û têkiliya wî ya dawîn bi malbata wî re jî di adara 2021an de pêk hat. Ji Ji hêla tendirustî ve jî bêdengiyekê nîşan dide û tu kes li ser wî tu agahiyan bi dest nexe. Tişta ku ji hêla dewleta Tirk ve pê tê; binpêkirineke derbarê zagona wê ya nîştimanî û ya navdewletî ye. Li alîyekî din ew tecrîda li ser rêbertî dikeve warê êşkenceya derûnî li gorî zagona cîhanî a mafên mirovan a di sala 1938`an ji madeya pêncan hat ragihandin, her wiha li gorî hevpeymana navdewletî a mafên sivîl û siyasî di sala 1966`an di madeya heftan de hat ragihandin, ji bilî hevpeymanên din ên navdewletî yên girêdayî mafên mirovên di zindanan de.”

HEMXWETÎ SEDSALIYA LOZANÊ DI ŞEXÊ RÊBERTÎ DE DOZA KURD HEDEF DIGIRIN

Di dewama daxuyaniyê bal li ser nameyên gefxwarinê yên ku dane Rêber Abdullah Ocalan hat kişandin û hat gotin: “Gihandina nameyên bi vî rengî ji bo Rêbertî û bi tecrîda girankirî ya li ser wî re ku di demên dawî de bi cezayên dîsîplînê yên dewleta Tirk li ser Rêbertî dimeşîne, nîşaneya wê yekê ye ku jiyana Rêbertî di metirsiyê de ye. Dewleta Tirk piştî ku cezayê îdamê bi cezayê muebedêgiran guherand, bi her awayî dixwaze dawî li jiyana Rêbertî bîne. Dewleta Tirk hemwextî sedsaliya Lozanê di şexsê Rêbertî de doza Kurd armanc digire.”

Di daxuyaniyê de bêhelwestiya CPT û saziyên navneteweyî yên peywendîdar li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hat rexnekirin û hat diyarkirin, “Tevî ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) di rapora xwe ya sala 2019`an de ev tecrîda dijî rêbertî şermezar kir û ew bi êşkenceya derûnî û nêzîkhatina dijmirovî bi nav kir, lê belê dewleta Tirk tu pabendî bi perspektîfên CPT`ê nekir. Her wiha CPT û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî yên têkildar ji bo rakirina tecrîdê û ji bo Rêbertî ji mafê hêviyê sûd werbigire û azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe, ti gavekî pratîkî neavêtin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em van nêzîkatinên dijmirovî û dijzagonî ên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin û tirsa xwe bo çarenûsa rêbertî nîşan didin. Ji ber wê em daxwaza xwe bo serîlêdana rêbertî û hevdîtina pê re tekez dikin. Em ê têkoşîna xwe ya mafnasîyê berdewam bikin ta ku rêbertî azadîyê bi dest bixe. Em bang li civaka navneteweyî jî dikin ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîda li ser rêbertî rake û wî serbest berde.”

Piştî ku xwendina daxuyaniya li pêşiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişlo bi dawî bû, kopiyeke daxuyanî radestî komîseriyê hat kirin.

(c)

ANHA