Bi tiliyên xwe yên hûrik xemil dide morîkan

Melek a 12 salî bi morîkan bazin, gerdenî û gustilkan ku di pêşengehekê de bala wê kişandibûn, çêdike. 

Bi tiliyên xwe yên hûrik xemil dide morîkan
4 tîrmeh, 2023   04:38
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Melek Azad Abdullah ku 2011`an li Qamişloyê hatiye dinê, refa 6’an a dibistana Kurdî bidawî kiriye. Melek di demên xwe yên vala de carinan bi dayîka xwe re diçe pêşengehên hunerî jî. Di pêşengehek vana ku hunerên destan hatibûn pêşandan de, bazin, gerdenî û gustîlên bi morîkan hatine çêkirin bala wê kişandine.

/kr/uploads/files/2023/07/03/181332_melek-abdullah.webp

Li gorî gotina wê dema vegeriya malê, ji dayika xwe morîk xwestine. Dayika wê jî ev daxwaza wê bicîh aniye. Piştre jî dest bi çêkirina bazin, gerdenî û gustîlan kiriye. Melek ku nêzî salekê ye vî karî dike, êdî bûye pisporek û hunera xwe pêşkêş dike. Berhemên xwe dide kesên ku dixwazin. 

Melek bi tiliyên xwe yên biçûk ta bi dar vedike û li gorî temenê kesan rengan berhev dike. Ji wan gerdenî, bazin û hungulîsk (gustîr) ê ji morîkên tep û rengîn çêdike.

/kr/uploads/files/2023/07/03/181349_0.webp

Her wiha li ser hesaba medya dijîtal jî berhemên xwe pêşkêş dike.

Meleka li kêlek karên destan perwerdeya werzîşê û melevaniyê jî dibîne. Melek ku ji karê xwe hes dike, dixwaze ku hemû zarok li gorî qabiliyetên xwe (Behre) karibin kar bikin, hunera xwe derxînin holê.  

ANHA