Rojnameyên erebî: Îran hebûna xwe li başûrê Şamê vedişêre

Rojnameyên erebî yên îro cih da hebûna Îranê ya li Sûriyeyê, rewşa Lîbyayê, her wiha rewşa Yemenê.

Rojnameyên erebî: Îran hebûna xwe li başûrê Şamê vedişêre
3 tîrmeh 2023   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî hebûna Îranê ya li Sûriyeyê, rojnameya Şerq El Ewsat bi sernavê "Hebûna Îranê ya li başûrê Şamê bi paş ketiye, lê li ser erdê xurt e" nivîsek weşand. Nivîs wiha ye: "Ruxmî ku dîmenê belavbûna eşkere ya bi cilên leşkerî yên endamên milîsên Îranê yan yên girêdayî wê li kolanên bajarokê Hicêra yê hêzî herêma Seyda Zeyneb ku baregeha sereke ya Tehranê li başûrê gundewarê Şamê bi temamî winda bûye, lê çalakî û bandora wê li herêmê dewam dike.

Gundewarên li başûrê rojhilatê Şamê ji gelek bajarok û gundan pêk tên û cihên herî girîng û mezin ev in: navçeya Bebêla, gundên Yelda, Beyt Sehem û bajarokê Hicêra. Ev dever di aliyê îdarî de girêdayî parêzgeha Gundewarên Şamê ne. Li bakurê wan cihan wargeha Yermûk a penaberên Filistînê û taxa Tedamun hene. Li bakurê rojhilat jî taxên Sîdî Miqdad û Qezaz dikevin. Li başûr jî herêma Seyda Zeyneb û li rojhilat Xûta Şamê ya rojhilat hene. Her wiha navçeya Hecer El Eswed li aliyê rojava dikeve.

' DADGEHA DESTÛRÊ ALOZIYA LÎBYAYÊ KÛRTIR DIKE'

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Li Lîbyayê careke din xitimîn serwer e. Sedema vê ew e ku parlamento serok û endamên dadgeha destûrê hilbijartin. Lê Dadgeha Bilind beriya wê bi biryarekê nerewabûna vê dadgehê ragihandibû.

Şopdar bi fikar in ku nakokiya nû rê li ber lihevkirina li ser qanûnên hilbijartinan ên ku ‘Komîteya 6+6’ di meha Hezîranê de derxistibû, bigire û hewldanên çaresekirina aloziyê asteng bike. Tê payîn ku ev qanûn di rojên bê de ji aliyê parlamentoyê ve were nîqaşkirin."

'RAGEŞIYA ÎXWANAN A LI DIJÎ NÊZÎKBÛNA TARIQ SALIH Û PARTIYA ÎSLAHÊ'

Rojnameya El Ereb di rojeva xwe ya îro de cih da rewşa Yemenê û wiha nivîsî: "Êrişa li dijî şahiya hunerî ya li bajarê Teezê ya bi sponseriya serokê meclisa fermandariya serokatiyê Tariq Salih, bal kişand ser serweriya Îxwanê ya li bajarê di dorpêça Husiyan de. Tevî nêzîkbûna di aliyê ragihandin û siyasî de ya di navbera Salih û Partiya Îslahê de, lê fikar hene ku hegemonyaya biraziyê Elî Ebdullah Salih li bajarê di bin kontrola Îxwan El Muslimîn de fireh bibe.

Tevgera Îxwan a girêdayî Dewhayê hewl dide bi çalakiyên xwe yên siyasî û ragihandinê yên provokatîf herêmên rizgarkirî yên Teezê veguherîne qada derxistina helwestan li dijî Koalîsyona Erebî û hin hêzên yemenî yên li dijî Îxwanan. Di heman demê de hewl dide hêzên leşkerî yên xwedî baweriya leşkerî û îdeolojiya dijminatiya koalîsyonê, meclisa demkî ya başûr û hêzên berxwedana hevbeş a bi pêşengiya Tariq Salih li herêmên Teezê ava bikin."

(bb)