Kurd tevî dostên xwe li dehan welatan dest bi çalakiya rûniştinê dikin

KCDK-E'yê diyar kir ku wê gelê Kurd û dostên wan li dijî tecrîda li Îmraliyê dê di 5-6-7'ê Tebaxê de li ji bo Konseya Ewropayê û CPT ye çalakiyên rûniştinê bêne lidarxistin û banga tevlîbûnê kir.

Kurd tevî dostên xwe li dehan welatan dest bi çalakiya rûniştinê dikin
4 tebax 2024   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku tecrîdkirina ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd ne rewşeke qebûlkirinê ye û ji bo çalakiyên rûniştinê yên sê rojan banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in tecrîdkirî ye. CPT û Konseya Ewropayê, agahiyên xwe yên têkildarî rewşa li Îmraliyê û sedema astengkirina hevdîtina bi Rêber Apo re eşkere nakin.

Sîstema tecrîdê ku 25 sal in dewam dike, agahîwernegirtina ji Rêber Apo ku 4 sal in tê astengkirin, her wiha astengkirina serdanên malbatê û parêzeran ji bo gelê Kurd êdî rewşeke bê qebûlkirin nîne.

Cezayên dîsîplînê yên ku weke bahaneya tecrîda li ser Rêber Apo tê nîşandan, bi esasî ji bo astengkirina jinûve darizandin û misogeriya azadiya fîzîkî ya bi rêya 'Mafê Hêviyê' ye. Ev rewş nayê qebûlkirin. 'Cezayê dîsîplînê' bêbingeh e.

Li Îmraliyê berxwedaneke mezin dewam dike. Ev berxwedan hem li hemberî hêzên komploger ên navneteweyî ye, hem jî li hemberî sîstema qirkirinê ya dewleta Tirk e. Ev berxwedana bi biryar a Rêber Apo li ser bingeha darizandin û mehkûmkirina dewleta Tirk a mêtinger û qirker dewam dike.

Ev berxwedana mezin a ku Rêber Apo li Îmraliyê dewam dike, li tevahiya cîhanê belav dibe û mezin dibe. Dewleta Tirk a faşîst di bêhiqûqî û sîstema êşkenceyê de israr dike. Gelê Kurd rejîm û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê rewa nabîne û qebûl nake. Ji bo deşîfrekirina sîstema Îmraliyê ya ku bi rengekî bêhiqûqî û neadîl tê meşandin, ji bo xistina maskeya li ber rûyê dewleta Tirk a qirker têkoşîna me bi biryardarî dewam dike.

Di serî de CPT û Konseya Ewropayê ji bo zext li saziyên pêwendîdar bêne kirin ku helwestê li hemberî tecrîdê nîşan bidin, têkoşîna me dewam dike. Ji bo vê jî li Ewropa, Îngilistan, Kanada û Awûstralyayê gelê Kurd tevî dostên xwe 5-6-7'ê Tebaxê dest bi çalakiyên rûniştinê dike.

Ji bo çalakiyên rûniştinê yên 5-6-7'ê Tebaxê em bang li gelê xwe, dostên xwe, jin, ciwan, extiyar, zarokan dikin ku bi rengekî çalak beşdar bibin."