Ji TEV-DEM’ê banga "Têkoşînê mezin bikin"

Meclisa TEV-DEM’ê ya Kantona Firatê diyar kir ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku ji aloziyan re çareserî ne sînorê Kurdistanê derbas kirine. Meclisê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

Ji TEV-DEM’ê banga "Têkoşînê mezin bikin"
4 tebax, 2024   14:47
KOBANÊ

Endamên Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Kantona Firatê li qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê kom bûn û der barê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Yekitiya Mamosteyan Narîn Xelîl Muslim ve hat xwendin.

Narîn Muslim diyar kir ku dewleta Tirk bi siyaestên tecrîda mutleq ku li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê dimeşîne benda 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û tevahî qanûnên mafên mirovan ên li dunyayê bin pê dike.

Narîn anî ziman ku  kiryarên çewsîner û derexlaqî kîna û binkeftina rejîma faşîst nîşan dide û got "Rejîma faşîst  bi rêya şerê taybet hewl dide di şexsê Rêbertî de îradeya gelan bişkîne. Ev kiryar dûrî nirx û pîvanên exlaqî ne. Faşîzma Tirk êdî li ser siberoja welatên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê xetereyê çêdike, lê felsefe û ramanên Rêber Abdullah Ocalan sînorê Kurdistanê derbas kiriye û ji bo aloziyên li herêmê dikarin wekî çareserî bên pêkanîn."

Narîn bal kişand ser bêdengiya saziyên Neteweyên Yekbûyî û CPT’yê ya li hemberî pêkanînên li dijî Rêber Abdullah Ocalan jî û diyar kir ku "bêdengiya wê durûtiya pîvanên navneteweyî îsbat dike û destekê didin Tirkiye ku tecrîd û şerê qirkirinê yên li ser gelê Kurd bidomîne, bêyî ku hesab jê were pirsîn."

Di daxuyaniyê de tecrîd û ’Cezayê dîsîplînê" hatin şermezarkirin û bang li tevahî azadxwazên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û tevahî rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku zextê li Tirkiyê bikin bila dawî li kiryarên xwe. Hate gotin: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were em erkên dikevin ser milê me  pêk bînin. Em banga mezinkirina têkoşînê dikin."

(bb)

ANHA