Li Derayê êrişa çekdarî: 4 polîsên Şamê hatin kuştin

Li gundewarê rojavayê Derayê di êrişa çekdarên nenas de 4 polîsên hikumeta Şamê hatin kuştin, polîsek jî birîndar bû.

Li Derayê êrişa çekdarî: 4 polîsên Şamê hatin kuştin
25 hezîran, 2023   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li nêzî Çarxerêya El Cemel a li ser rêya Mizêrîb a li gundewarê rojavayê Derayê, dema ku erebeya polîsên hikumeta Şamê di ser rêyê re derbas dibû ji aliyê çekdarên nenas ve bi guleyan hat hedefgirtin. Di encamê de 4 polîsên Şamê hatin kuştin, polîsek jî birîndar bû. Hate ragihandin ku polîsên hatine hedefgirtin ji bo parastina navendên ezmûnan ên li bajarê Tefes hatibûn erkdarkirin û piştî ezmûn bi dawî bûne, di dema vegerê de hatine hedefgirtin.

Medyaya hikumeta Şamê jî li gorî çavkaniyan ragihand ku di “kemîna terorîstan” de li herêma navborî 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatine kuştin, yek jî birîndar bûye.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji serê salê de (2023) li Derayê 254 êriş bi rêbazên cuda çêbûne, di encamê de 197 kesên ku piraniya wan endamên hêzên hikumeta Şamê û sivîl in, hatine kuştin.

(c)