​​​​​​​Xelkê Dirbêsiyê banga azadiya fîzîkî kir

Xelkê Dirbêsiyê yê kantona Hesekê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got divê rêxistinên navneteweyî li hember tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji bêdengiya xwe derkevin.

​​​​​​​Xelkê Dirbêsiyê banga azadiya fîzîkî kir
​​​​​​​Xelkê Dirbêsiyê banga azadiya fîzîkî kir
​​​​​​​Xelkê Dirbêsiyê banga azadiya fîzîkî kir
​​​​​​​Xelkê Dirbêsiyê banga azadiya fîzîkî kir
​​​​​​​Xelkê Dirbêsiyê banga azadiya fîzîkî kir
​​​​​​​Xelkê Dirbêsiyê banga azadiya fîzîkî kir
24 hezîran, 2023   12:07
HESEKÊ

Bi sedan xelkê Dirbêsiyê ya Hesekê vê sibehê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Piştî meşê li sûka navendî mîtîngek hate lidarxistin. Li wir berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Armanca dîlgirtina Rêbertî û ferzkirina tecrîdê ew e ku dewleta Tirk ji fikra wî ku li tevahî cîhanê belav bûye, ditirse."

Rîhan bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hember tecrîdê şermezar kir û got ev nîşaneya hevkariya wan di van sûcan de ye.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA