​​​​​​​IOM: 37 penaber li peravên Îtalyayê winda ne

Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li peravên Îtalyayê keştiyeke penaberan noq bûye û di encamê de 37 penaber winda ne.

​​​​​​​IOM: 37 penaber li peravên Îtalyayê winda ne
24 hezîran, 2023   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) ragihand ku di navbera Tûnis û girava  Lopadussa ya Îtalyayê de keştiyeke penaberan noq bûye. IOM'ê li ser zimanê 4 penaberên rizgarbûyî diyar kir 37 penaber hîna winda ne.

IOM'ê destnîşan kir ku tevahî penaberên rizgarbûyî û yên din ji Afrîkayê ne û got penaber derengiya şeva pêncşemê ji aliyê keştiyeke din ve hatin rizgarkirin û gihaştin Lopadussayê.

Penaberên rizgarbûyî ji IOM'ê re got ew 76 kes bûn û ji bendera Sefaqis a Tunisê ber bi Îtalyayê ve bi rê ketin û anîn ziman ku ji ber bayê gur keştiya wan noq bûye.

Berdevkê IOM'ê yê Îtalyayê Flavio Di Giacomo jî li ser zimanê penaberên rizgarbûyî got tevî jin û zarokan hîna 37 kesên din winda ne.

(bb)