Hunera pêşiyên xwe vediguhêze zarokan

Nûr Mihemed ciwaneke Kurd a ji Efrînê ye û piştî dagirkirina bajarê xwe koçî Helebê kiriye. Ev 7 sal e li tembûrê dide, hem jî hezkiriyên vê amûrê perwerde dike û hewl dide çanda tembûrê belav bike.

Hunera pêşiyên xwe vediguhêze zarokan
Hunera pêşiyên xwe vediguhêze zarokan
Hunera pêşiyên xwe vediguhêze zarokan
Hunera pêşiyên xwe vediguhêze zarokan
Hunera pêşiyên xwe vediguhêze zarokan
Hunera pêşiyên xwe vediguhêze zarokan
20 hezîran 2023   06:54
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Tembûr di çanda gelê Kurdan de cihekî taybet digire. Nexasim ku 4 hezar sal beriya zayînê li Mezopotamyayê hatiye çêkirin û bi çanda Kurdan ve hatiye girêdan.

Di dîrokê de şêweyê tembûrê gelek caran guheriye û bi gelek navan hatiye binavkirin. Sûmeran navê ‘qunur’, Kenaniyan navê ‘qîsare’, Yewnanan navê ‘bandûr’ lê kiriye, li Qafqasyayê jî bi navê ‘bantûrî’ hatiye nasîn. Fars, Kurd û Ereban jî navê ‘tembûr’ lê kiriye.

Nûr Mihemed (21) ciwaneke Kurd e, ji gundê Sînko yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ye. Hê ji zarokatiya xwe de bi awayekî akademîk fêrî lêdana tembûrê bûye.

Nûr li Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê di destpêka 2016`an de dest bi fêrbûna tembûrê kiriye û 2 salan perwerdeya xwe domandiye.

Ji 2016`an heta 2019`an beşdarî tu şahî yan festîvalan nebûye û piraniya dema xwe ji bo perwerdeya li malê û navenda çandê veqetandiye. Bi wî rengî ew bûye pispora lêdana muzîka kurdî û erebî li ser tembûrê.

Nûrê dibêje ku wê di 14 saliya xwe de dest bi rêwîtiya xwe ya bi tembûrê re kiriye û ew bi saya desteka dayika xwe gihaştiye vê asta pisporiyê.

Di dema dagirkirina Efrînê 18`ê Adara 2018`an de, Nûr tevî tembûra xwe ji Efrînê derdikeve û ew dibe hevala wê ya rêwîtiya koçberiyê. Heta digihêje bajarê Helebê jî dev jê bernade.

Nûr, di 15`ê Hezîrana 2022`yan de dibe endama Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn a li taxa Şêxmeqsûdê û di nava Koma Şehîd Vejîn de cih digire. Bi vî rengî ber bi belavkirina muzîka kurdî ve pirekê ava dike.

Nûr dibêje: “Bi tevlêbûna min re, êdî ez beşdarî şahiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bûm.”

Nûr di şahiyên li her du taxan de bi taybet di Newroz, 8`ê Adarê û Festîvala Şehîd Berçem (2022) de cih girtiye û xelat wergirtine.

Nûrê diyar kir ku ji nava hemû amûrên muzîkê wê tembûr hilbijartiye. Piştî ku ew tev li Navenda Hîlala Zêrîn bûye, dest bi perwerdekirina 40 zarokan bi awayekî teorîk û pratîk kiriye.

Nûr tembûrê wek tiştekî herî sereke di jiyana xwe de dibîne û pê hestên xwe derdike. Ew dibêje xwendin û lêdana tembûrê di jiyana wê de xwedî heman girîngiyê ne û wexta xwe ya taybet bi tembûrê mijûl dibe.

(c)

ANHA