Civîna Astana, nakokiyên PDK-YNK`ê, trafîka dîplomatîk: Rojevên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dan civînên ku dê li Astanayê der barê Sûriyeyê de pêk werin, nakokiyên PDK-YNK`ê yên li Başûrê Kurdistanê û têkiliyên Îranê-welatên Kendavê.

Civîna Astana, nakokiyên PDK-YNK`ê, trafîka dîplomatîk: Rojevên rojnameyên erebî
20 hezîran 2023   06:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê cih daye îhtimalên ku ji civîna Astanayê derkevin û livbaziya leşkerî ya li derdora Minbic-Til Rifetê. Di nûçeya rojnameyê de hat bibîrxistin ku civîna Astanayê wê îro bi beşdariya alîkarên wezîrên karên derve yên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê, nûnerên NY`ê û hin komên bi navê opozîsyonê, pêk were. Di nûçeyê de tê gotin ku îhtimal e pêvajoyeke nû dest pê bike û li ser nexşerêya ku ji berê de hatibû amadekirin, gotûbêj werin kirin.

Di berdewama nûçeya rojnameyê de bal hatiye kişandin ku beriya civîna Astanayê li derdora Minbic û Til Rifetê liv û tevgera leşkerî zêde bûye, li gorî hinek çavkaniyan jî hêzên rûsî ji herêmê vedikişin, yên sûrî bi cih dibin. Her wiha dewriyeyên hevpar ên Tirkiye û Rûsyayê didomin, li ser rêya M4 jî tevgera leşkerî ya Sûriyeyê zêde bûye û ev parçeyek nexşerêya Rûsyayê ye.

NAKOKIYÊN BAŞÛR

Rojnameya El Ereb ku li Londonê weşanê dike jî cih daye nakokiyên Başûr yên di navbera PDK û YNK`ê de. Di nûçeya rojnameyê de hatiye bibîrxistin ku hikumeta di bin kontrola PDK`ê de mûçeyên hêzên Antî-Teror ên girêdayî YNK`ê nade û vê yekê aloziya di navbera her du aliyan de kûtir kiriye.

Nûçeyê kuştina yek ji fermandarên PDK`ê Hawkar Resûl ku 2022`yan de hatibû kuştin, wekî sedema aloziyê nîşan daye. Di nûçeyê de tê gotin ku PDK fermandarê Antî-Teror a YNK`ê Wehab Helebçeyî wekî berpirsê kuştina Resûl dibîne, dadgeha Hewlêrê cezayê darvekirinê lê biriye, lê YNK`ê ev darizandin wekî veguherandina amûrek polîtîk pênase kiriye. Li gorî nûçeyê, Çarçoveya Hemahengiyê ya Iraqê jî destek dide YNK`ê û çavdêrên siyasî van geşedanan wekî kûrkirina aloziya di navbera her du aliyan de şîrove dikin.

TRAFÎKA DÎPLOMATÎK A ROJHILATA NAVÎN

Rojnameya Şerq jî bal kişandiye ser trafîka dîplomatîk a di navbera Îran û welatên Ereban de. Di nûçeya bi sernavê “Ebdulehyan serdana welatên Kendavê dike, tê pêşbînkirin ku lihevkirinek nukleerî pêk were” de hatiye gotin ku wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan wê serdana Uman, Qeter û Kiweytê bike. Di nûçeyê de hatiye bibîrxistin ku wezîrê karên derve yê Siûdiyê jî serdana Îranê kiriye û dan û standinên nû pêş xistine. Bi van geşedanan jî tê pêşbînîkirin ku dorpêça aborî li ser Îranê bê rakirin. Nûçeyê her wiha serdana Ebdulehyan wekî bersiva Amerîkayê ya ku bi rêya Sultanê Umanê dabû Îranê şîrove kiriye.

(c/a)