Bogdanov beriya hevdîtinên Astanayê pesnê dewleta dagirker da

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov beriya hevdîtina li Astanayê , pesnê dagirkeriya Tirk da û Kurd û Rêveberiya Xweser tawanbar kirin.

Bogdanov beriya hevdîtinên Astanayê pesnê dewleta dagirker da
20 hezîran, 2023   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi çareserkirina pirsgirêka Kurdên li Sûriyeyê eleqedar nabe û nahêle Kurd bi Şamê re dan û standinan bikin. Bogdanov bi vê îdiaya xwe bangên domdar ên Rêveberiya Xweser ên ji bo diyalogên navxweyî û beyannameya wê ya çareseriyê, paşguh dike.

Bogdanov daxuyand ku hêzên DYA’yê li herêmên aborî yên girîng ên li rojhilatê Firatê ne ku petrol û jêderên xwezayî yên girîng lê hene. Bogdanov bi vê yekê dixwaze bibêje ku behermên Sûriyeyê têne dizîn. Lê Rêveberiya Xweser di beynnameya xwe de teqez kir ku ev berhem milkê tevahî gelê Sûriyeyê ye.

Bogdanov, Kurd û Rêveberiya Xweser bi parçkirina xaka Sûriyeyê tawanbar kirin û got: "Hêzên Amerîkayê destekê didin Rêveberiya Xweser a Kurdan a ku li dijî yekitiya xaka Sûriyeyê ye. Ev yek qet nayê qebûlkirin."

Daxuyaniya rayedarê rûs wekî piştevaniya bi dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê re ye, lew re Moskove di nava hewldanan de ye da ku her du aliyan li hev bîne.

Cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ku dê sibe li Astanayê bicivin, her tim di nava hewldanan de ne da ku li ser hesabê gelê Sûriyeyê bazaran bikin û berjewendiyên xwe bi cih bînin. Yek ji encamên torên Astanayê; dewleta Tirk a dagirker hinek herêmê radestî Rûsya û hikumeta Şamê kirin, li beramberî wê Rûsyayê destûr da rejîma Tirk ku hinek herêmên bakurê Sûriyeyê dagir bike.

(bb)