Erebîstana Siûdî ji Îranê re: Pêwîst e çekên nukleerî ji holê bên rakirin

Wezîrên karên derve yên Îran û Erebistana Siûdî civiyan. Di civînê de tekezî li pêşxistina peywendiyên di navbera her du welatan de hate kirin. Wezîrê derve yê Siûdiyê ragihand, wî di hevdîtinê de ji hempîşeyê xwe yê îranî re gotiye: “Divê çekên nukleerî ji holê bên rakirin û destwerdana navxweyî ya tu welatan neyê kirin.”

Erebîstana Siûdî ji Îranê re: Pêwîst e çekên nukleerî ji holê bên rakirin
17 hezîran, 2023   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Feysel Ferhan di daxuyaniya çapemeniyê ya bi hempîşeyê xwe yê Îranî ya li Tehranê ragihand, wî dawetnameya Şah Selman Ebdulezîz gihandiye Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku bi awayekî fermî serdana Erebistana Siûdî bike.

Herwisa Ferhan têkildarî hewildanên destpêkirina têkiliyên dîplomatîk yên di navbera her du welatan de bi navbeynkariya Çîna wiha got: “Me bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Emîr Abdullahiyan re li ser pêkanîna peymana Pekînê ya ji bo vegerandina têkiliyên dîplomatîk gotûbêj kir. Biratî û cîrantiya bi Îranê re wê me bike yek.”

Feysel Ferhan eşkere kir ku, wî ji aliyê Îranî re gotiye, divê herêmê ji çekên komkujiyê bê paqijkirin, di berjewendiya ewlehî û aramiya herêmî de hevkariyên hevbeş hebin, rêzê li hev bigirîn û destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên tu welatan de nekîn.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Karên Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan ragihand ku ew li gel Erebistana Siûdî li hev kirine ku pêwendiyên xwe di warên cuda de bihêztir bikin, Îran û Erebistana Siûdî ji bo belavkirina aştiyê li navçeyê û piştgiriya geşepêdana aborî, kar dikin.

Ebdullahiyan da zanîn ku wî bi Feysel Ferhan re rewşa ewlehiya herêmî û Rojhilata Navîn gotûbêj kiriye.