Dorpêça li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên xizmetê asteng dike, li Til Birakê jî projeyên qîrkirinê

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça li ser her du taxan nikare plansaziya xebatên xizmetguzariyê derxîne. Şaredariya Gel a Til Birakê jî rêyên girîng qîr dike û ji bo avê xebatan dimeşîne.

Dorpêça li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên xizmetê asteng dike, li Til Birakê jî projeyên qîrkirinê
18 hezîran, 2023   00:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber nebûna madeyan û sotmeniya pêwîst ji bo xebitandina wesayitan, Şaredariya Gel a taxên şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku hikumeta Şamê dorpêç daniye serê, nikare bernameya xwe ya xebatê derxîne.

Şaredarî li gorî derfetên xwe tenê hin xizmetên lezgîn mîna sererastkirina hin torên kanalîzasyonê û avê, pêk tîne.

Şaredariya her du taxan sala borî gelek plansazî pêk anîn. Ji wan plansaziyan; avakirina Parka Rêber Apo li taxa Şêxmeqsûd û Parka Efrînê li taxa Eşrefiyê.

Şaredariyê ji bo birêxistinkirina trafîkê, rêgirtinal li ber qezayan û wekî rawestegehekê li taxa Eşrefiyê “Çarxerêya Zeytûn” vekir. Her wiha xebatên sererastkirina torên avê û kanalîzasyonê ku ji ber êrişên li ser her du taxan zirar dîtine, dewam kirin.

Lê belê, îsal ji ber kêmderfetiyên di encama dorpêça hikumeta Şamê de çêbûne mîna nebûna madeyên pêwîst û sostmeniyê, şaredariyê tu plansazî nedanîne. Tenê li ser giliyê xelkê, li gorî derfetên xwe sererastkirina xetên avê û kanalîzasyonê dewam kir.

/kr/uploads/files/2023/06/17/194631_-.webp

Endama Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel Emîre Elî ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku sala borî derfet hebûn, ji lewra wan gelek xebat pêk anîn, lê belê îsal ji ber dorpêçê û ji ber ku derfet nîn in wan hîna tu plansazî nedaniye.

 Semîra diyar kir ku îsal karê wan tenê serersastkirina hin xetên avê û kanalîzasyonê bû û got: “Em hêvî dikin ku li gorî baweriya gel bin. Lê dorpêç li pêşiya me asteng e.”

TIL BIRAK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hLOowIAVO9I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Şaredariya Gel a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo jî di çarçoveya budceya 2023`yan û wekî berdewamkirina projeyên sala 2022`yan de, rê qîr kirin, torên avê ava kirin û li kolanên sereke û şaxî yên ku gundan bi navenda bajêr ve girê didin rager danîn.

Şaredariyê beriya çend rojan lîsteya rêyên ku pêwîstiya wan bi qîrkirinê heye amade kir û dest bi qîrkirina rêya di navbera gundên Behiye û Miêzîlê de yên li rojavayê Qamişlo kir.

/kr/uploads/files/2023/06/17/194645_img_9976.webp

Endamê rêveberiya Şaredariya Til Birakê Hemîs Sultan têkildarî projeyên ku dê werin pêkanîn, got: “Şaredariya Gel a Til Birakê dest bi pêkanîna projeyên budceya 2023`yan bi nirxê 200 hezar dolar kir. Ew budce li ser 4 bajarokan hatî belavkirin. Li gorî wê projeyên qîrkirinê hatin pêkanîn, her wiha komek torên ava vexwarinê hatin çêkirin da ku pirsgirêka kêmbûna avê li hin gundan çareser bibe.”

Hemîd destnîşan kir ku di vê plansaziyê de avakirina ragaran li hin gundan hene û got: "Di salên borî de ji ber barana dijwar rêyên sereke dihatin girtin. Ev pirsgirêk bi rêya avakirina rageran û sererastkirina rêyan nêzîkê ragaran hat çareserkirin."

Sererastkirina rêyan jî di plansaziya îsal a Şaredariya Gel de heye. Di vê çarçoveyê de projeyên salên borî yên sererastkirina rêyên ku hin gundan bi navenda bajêr ve girê didin bi kevirên hûr hatin temamkirin, her wiha projeyên qîrkirinê jî hatin pêkanîn.

Rêyên ku dê werin qîrkirin ev in; Hol- Til Birak e. Ev rê ji rêyên sereke û aktîf in ku gelek gundên li başûr bi hev ve girê dide. Rêya Behiye-Mizêliyê dê bi dirêjahiya 270 metreyî, firehiya 6 metreyan û qalindbûna 7 sentîman were qîrkirin. Ev rê jî ji rêyên girîng e ku gundên başûrê navçeya Til Birakê bi navenda navçeyê û bajarê Qamişloyê ve girê dide. Her wiha dê rêya gundê Simêhana rojava were qîkirin. Ev proje di plansaziya sala 2022'an de bû, lê ji ber tengûna demê û baranê pêk nehat û li gorî plansaziyê dê îsal were temamkirin.

(c)

ANHA