Xelkê Seqizê dest bi greva giştî kir

Xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê li dijî dorpêça hêzên Îranê greva giştî dan destpêkirin. Welatiyan deriyê dikanên xwe venekirin û dorpêçê protestokirin.

Xelkê Seqizê dest bi greva giştî kir
13 hezîran, 2023   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Seqizê ji bo ku çûna gel a li ser gora Jîna Emînî ya li Goristana Ayçiyê asteng bike projeya rê da destpêkirin. Hat zanîn ku şaredarî dixwaze rêya goristanê bigire û parkên li goristanê jî ji holê rake.

Piştî ku gel ji van plansaziyan agahdar bû, projeyê bi girtina deriyên dikanan û biryara greva giştî protesto kir.

Di heman demê de leşkeran beriya mitînga ku plansaziya wê dihat kirin, bajarê Seqizê dorpêç kirin. Hêzên rejîmê hemû rêyên ku diçin şaredariyê girtin û trafîka li ser van rêyan dan sekinandin. Li ser vê yekê dikandaran ji bo ku piştgirî bidin malbatan, greva giştî dan destpêkirin.