​​​​​​​'Çareseriya yekane projeya neteweya demokratîk e'

Pêkhateyên Qamişloyê diyar kir ku projeya neteweya demokratîk ji aloziya Sûriyeyê re çareseriya yekane ye û banga xwedîderketina li vê projeyê kir.

​​​​​​​'Çareseriya yekane projeya neteweya demokratîk e'
13 hezîran, 2023   00:18
QAMIŞLO- BESNA ŞEMO

Projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xurt kir.

/kr/uploads/files/2023/06/12/191314_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed El Faris ê ji pêkhateyê Ereb ji bo pêkanîna serkeftinê li hemberî komplo û planên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, banga xurtkirina têkiliyên nîştimanî û hevgirtina pêkhateyan a li ser esasê projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan kir.

El Faris bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: "Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze îrade û hevgirtina pêkhateyan têk bibe. Her wiha dixwaze komên selefî yên mîna çeteyên DAIŞ'ê û yên wekî wê zindî bike da ku herêmê ber bi tevliheviyeke demdirêj ve bibe û di encamê de planên xwe yên mêtingeriyê bi cih bîne."

/kr/uploads/files/2023/06/12/191300_-.webp

Jina bi navê Sîham Ehmed a ji pêkhateya Ereb bal kişand ser girîngiya projeya neteweya demokratîk di parastina herêmê û pêkhateyên wê de û got modela neteweya demokratîk û biratiya gelan hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên belavkirina nakokî û fitneyan di navbera gelên herêmê de pûç kirin.

Sîham bang li pêkhateyên herêmê kir ku ji planên ku li dijî îradeya wan têne kirin û azadiya jinan bi taybet de dike hedef, hişyar bin.

/kr/uploads/files/2023/06/12/191231_-.webp

Welatiyê bi navê Zubeyd Omer ê ji pêkhateyê Kurd destnîşan kir ku neteweya demokratîk ji aloziya Sûriyeyê re ya ku cîhan nikare çareser bibe, çareseriya herî guncaw e.

/kr/uploads/files/2023/06/12/191245_-.webp

Jina bi navê Sûad Yûnis a ji pêkhateya Kurd jî got: "Li dijî planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk projeya neteweya demorkatîk rêya me ya yekane ye ku me digihîne azadiyê."

(bb)

ANHA