PYD: Heta dawiyê em dê li ber xwe bidin

PYD`ê diyar kir ku armanca êrişa li dijî Kobanê, tirsandina xelkê û koçberkirina wan e.

PYD: Heta dawiyê em dê li ber xwe bidin
12 hezîran, 2023   13:55
 KOBANÊ

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker, saet di 11:55`an de, motorsîklêtek li ser rêya Helebê li aliyê başûrê Kobanê kir hedef. Di encamê de 3 welatî birîndar bûn; Mihemed Behcet Eyûb (25), Xebat Edhem (28), Elaudîn Ebdurezaq (22).

Der barê de Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da. Di xwendina daxuyaniyê de, endamên rêveber ên partiyê hebûn. Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ehmed Xoce daxuyanî xwe.d

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji gelek salan ve, êriş Rojava û Kobanê dike, piştî hilbijartinan êriş dubare bûn.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên hemwext li dijî Şehba, Koban û Silêmaniyê, tenê bi armanca tirsandina xelkê ye, koçberkirina wan e û guhertina demografiya herêmê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Lê belê her çiqas êriş zêde bibin, gelê Kobanê dê heta dawiyê li ber xwe bide.”

(şx)

ANHA