`Berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û vîna gelên herêmê dê dîwarên Îmraliyê bişikîne`

Di dawiya çalakiya konvedanê ya li Dêrazorê ji bo şermezarkirina dirêjkirina 6 mehan a qedexeya hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re hatiye lidarxistin de, hat destnîşankirin ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûye destûr ku gelan komî ser hev kir.

`Berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û vîna gelên herêmê dê dîwarên Îmraliyê bişikîne`
`Berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û vîna gelên herêmê dê dîwarên Îmraliyê bişikîne`
`Berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û vîna gelên herêmê dê dîwarên Îmraliyê bişikîne`
`Berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û vîna gelên herêmê dê dîwarên Îmraliyê bişikîne`
11 hezîran, 2023   17:21
 DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Meclisa Herêma Rojavayê Dêrazorê çalakiya konvedanê li qada Şaredariya Gel a bajarokê El Sawa yê rojavayê Dêrazorê li dar xist. Di çalakiyê de, nûnerên komîteyên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, nûnerên partiyan, saziyên leşkerî, xelkê herêmê û rûspî beşdar bûn.

Çalakiya ku du li dar ketiye, îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Endamê tevgera ciwanan Ehmed El Sultan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û xelk û saziyên Herêma Rojavayê Dêrazorê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser hatiye ferzkirin, şermezar dikin.

Her wiha hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze vîna gelan bişikîne, lê berxwedana Rêber Abdullah Ocalan, vîna gelan û têkoşîna HPG`ê li çiyayên Kurdistanê ji dîwarên Îmraliyê bi hêztir.

 Di daxuyaniyê de soz hat dayîn ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya gelan bi dest keve, ciwan dê xwe birêxistin bikin û her tim li ser şopa şehîdan bin.

Di dawiya daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan bûye minaret, şoreşa wî bûye jêdera hêzê ji gelan re, felsefeya wî, li herêmê bûye destûr ku gelên herêmê komî ser hev dike.

(şx)

ANHA