`Aqilmendî, heta beyteke helbestê wê nehewîne, bêhiş dimîne`

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê bi dirûşma “Aqilmendî, heta beyteke helbestê wê nehewîne, bêhiş dimîne” Komxebata 6`an a Wêjeyî li dika Şehîd Musne Ebdulkerîm a Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê dest pê kir.

`Aqilmendî, heta beyteke helbestê wê nehewîne, bêhiş dimîne`
`Aqilmendî, heta beyteke helbestê wê nehewîne, bêhiş dimîne`
`Aqilmendî, heta beyteke helbestê wê nehewîne, bêhiş dimîne`
`Aqilmendî, heta beyteke helbestê wê nehewîne, bêhiş dimîne`
`Aqilmendî, heta beyteke helbestê wê nehewîne, bêhiş dimîne`
`Aqilmendî, heta beyteke helbestê wê nehewîne, bêhiş dimîne`
11 hezîran, 2023   18:42
 TEBQA

Helbestvan ji seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mêvan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên sivîl, leşkerî, partî û tevgerên ciwanan tev li komxebatê bûn.

Di komxebatê de, endamê navenda çandê Amir El Inad axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Bi navê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê hevseroka komîteyê Nûr El Huda El Qitran, axivî û lidarxistina komxebatê li pêkhateyên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku hewldanên vejandina helbesta erebî bi ser kevin.

Nûr El Hûda wiha domand: “Dê komxebat diyarî helbestvanê nemir Ebûd El Cerîn bê kirin ku tev li amadekariyên komxebatên berê bû û şûneke xweşik di rêya helbetvanan de hişt.”

Her wiha diyar kir ku dê komîte, helbestvanan û rexnegiran teşwîq bike ku mîna van komxebatan li dar bixin.

Dûre mertaleke spasiyê pêşkêşî malbata helbestvanê nemir Ebûd El Cerîn hat kirin.

Piştî wê, helbestvan, Seîd El Serac ji Reqayê, Merwan Şêxî ji herêma Cizîrê, Enes El Şihade ji Tebqayê, Ehmed El Yusif ji Minbicê, Şihade Ehmed ji Efrînê, Cuma El Hisên ji Reqayê, Meryem El Remo ji Reqayê, Omer El Mutran ji Reqayê, Cuma El Heyder ji Reqayê, Mistefa El Hac ji TEbqayê helbestên xwe di komxebatê de pêşandan.

Komxebat, ji bo xurtkirina tevna civakî di navbera tevahî çandan û pêkhateyan de, pêşxistina wêje û çandî li dar ketiye.

Komxebat heta sibe didome.

(şx)

ANHA