Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanek nû

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serlêdanek nû kir.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanek nû
8 hezîran, 2023   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê dan.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Ji wê demê ve hevdîtina parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan re tê astengkirin.