Gaziyên Şer: Divê dadgeheke navneteweyî ya cezakirina DAIŞ′ê bê avakirin

Gaziyên Şer ên Reqayê bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku divê dadgeheke navneteweyî ya cezakirina çeteyên DAIŞ′ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne, were avakirin.

Gaziyên Şer: Divê dadgeheke navneteweyî ya cezakirina DAIŞ′ê bê avakirin
8 hezîran, 2023   09:03
REQA - MIHEMED XELÎL

Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ′ê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hezaran çeteyên DAIŞ′ê girtin û xistin girtgîhehan. Wê yekê xetereyeke mezin li ser ewlehiya herêmê çêkir û li kêleka wê jî bangên cezakirina wan hatin kirin.

Têkildarî mijarê, Gaziyên Şer ên Reqayê ji ajansa me re axivîn. Şervanê QSD′ê Ebdurehman Hisên ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de birîndar bûye, wiha got: "Çeteyên DAIŞ′ê li dijî welatiyên me yên li herêmê sûc kirin û divê werin cezakirin."

Hisên wiha domand: "Hebûna çeteyên DAIŞ′ê di girtîgehan mîna mayîna li ber teqînê ye û ger teqiya jî dê bandore li herêmê bi giştî bike. Em Gaziyên Şer bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên navneteweyî dikin ku dadgeheke navneteweyî ya cezakirina çeteyên DAIŞ′ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin. Ji ber ku wan komkujî û sûc li vê herêmê kirin."

Li aliyekî din jî şervan Mihemed Derwîş ê di şerê rizgarkirina Reqayê de birîndar bûye, wiha got: "Çeteyên DAIŞ′ê li dijî jin, zarok û rûspiyan sûc kirin û divê di demeke nêz de werin cezakirin. Divê ev çete tevî malbatên xwe vegerin welatên xwe."

Her wiha şervanê QSD′êMihemed El Burcis ê li herêma Şengalê birîndar bûye, wiha got: "Çeteyên DAIŞ′ê rihê û dilnizmiyê nizanin û li dijî gelên herêmê komkujî pêk anîn û tu cudah nexist navbera mêr, jin, zarok û rûspiyan de."

El Burcis di dawiyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî yên cezakirina çeteyên DAIŞ′ê rabin û dadgeheke navneteweyî ji wan çeteyan re Ii herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin.

(fr)

ANHA