​​​​​​​Panorama hefteyê: Tevger û lihevkirinên erebî ji bo çareserkirina krîzên herêmê

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa tevgerên Ereban ên ji bo çareserkirina krîzên herêmê, lihevkirinên petrol û gazê û rewşa Sûdanê kir.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Tevger û lihevkirinên erebî ji bo çareserkirina krîzên herêmê
4 hezîran, 2023   04:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat bi sernavê “Ebû El Xeyt: Lihevkirina Siûdiyê-Misirê guhertineke cewherî di rewşa Ereban de çêdike” danî û wiha nivîsî: “Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El Xeyt diyar kir ku lihevkirina di navbera Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat û hin welatên din ên Ereban de, bi taybet welatên li bakurê Afrîkayê, dibe ku guhertineke cewherî di rewşa giştî ya erebî û li cîhana derve de çêke.

Ebû El Xeyt destnîşan kir ku hatina cem hev a Misir û welatên Kendavê di salên piştî pêvajoya 2011`yan de, bandoreke mezin li rewşa erebî dike û got: “Têgihîştineke erebî ya mezin heye der barê girîngiya karê erebî yê hevbeş ji bo rizgarkirina herêmê.”

Ebû El Xeyt hêvî kir ku reftara Sûriyeyê li hember Komara Erebî baş be û wiha pê de çû: “Ji ber ku Komara Erebî îradeya welatên Ereban nîşan dide. Hin dewletên Ereban di 2011-2012`an de hin helwest nîşan dabûn, ji ber wê êş hatin kişandin û bû sedema destwerdanên biyanî li Sûriyeyê. Rewşa Sûriyeyê zehmet e û ji piştî 2011`an de hê jî jê xilas nebûye.”

′HEWLDANÊN EREBAN JI BO TÊKILDANÎNA ROJAVA BI SÛRIYEYÊ RE′

Rojnameya El Beyan li ser vê yekê tevgerên Ereban a bawerkirina YE′yê ji bo têkildanîna bi Şamê re eşkere kir. Lê got pêdivî bi siyaseta gav bi gav li gorî lihevkirina lûtkeya Cedayê heye.

‎’HEVKARIYA ÇARALÎ YA ÇÎN, RÛSYA, ÎRAN Û IRAQÊ; OPEC′A SÊYEMÎN′‎

Rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Di hefteya borî de peymanên hevkariyê yên ‎têkildarî enerjî, ewlehî û lojistîkê di navbera Iraq, Iraq, Rûsya û Çînê de hatin îmzekirin ‎û tê texmînkirin ku bandora van peymanan li ser petrol û gazê yekser be.‎

Pisporan da zanîn ku ev hevkariya çaralî wek ‎mezintirîn mezêxera petrol û gazê ya cîhanê û 3 berhemdarên navdar, dikare OPEC’a sêyemîn ‎piştî OPEC û OPEC+ ava bike. OPEC′a nû ji hin tedbîrên tund ên OPEC û OPEC+’ê rizgar ‎dibe, bi taybet têkildarî diyarkirin û kontrolkirina buhayan.‎

Li gorî pisporan hebûna rêxistineke nû ya ji disîplînên berê rizgarkirî dê di radeya ‎yekemîn de bikeve xizmeta Çînê. Ji ber ku Çîn dixwaze qezencên zêde ji petrol û gazê‏ wergire."‎

 ‘NEXŞERÊYA AFRÎKAYÊ ÇAREYA KRÎZA SÛDANÊ YE’‎

Têkildarî krîza Sûdanê rojnameya Îtîhad a Îmaratê wiha nivîsand: "Yekitiya Afrîkayê duh ‎nexşerêyeke çareserkirina krîza Sûdanê ragihand. Tê de gelek tedbîrên ji bo çareserkirina ‎krîzê hene û agirbest jî yek ji wan e. Yekitiya Afrîkayê bi daxuyaniyekê nexşerêya çareserkirina krîza ‎Sûdanê ya bi 6 bendan ragihand.‎

Li gorî nexşerêyê divê agirbest pêk were, kiryarên dijminane werin bidawîkirin, alîkariyên ‎mirovî pêk werin, parastina welatiyan û binesazî were kirin û pabendî qanûnên ‎navneteweyî bin."‎

(fr)