Dewleta Îranê rê nade zêdetirî 40 xwendekarên jin biçin zanîngehê

Dewleta Îranê ji ber xwendekarên jinên ên beşdarî serhildanê bûne, rê nade zêdetirî 40 xwendekar biçin zanîngehê.

Dewleta Îranê rê nade zêdetirî 40 xwendekarên jin biçin zanîngehê
29 gulan, 2023   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengtiya jinan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kiribû, ruxmî hemû zext, girtin, îşkence û darvekirinê jî dewam dike.

Zêdetirî 40 xwendekarên zanîngehê ji ber ku beşdarî serhildanê bûne û hîcaba bi zorê red kiriye, bêyî ku werin agahdarkirin, ji aliyê asayîşe ve rêgirî lê tê kirin ku bikevin zanîngehê.

Encûmena Yekitiya Xwendekaran a li Îranê roja yekşemê (28’ê Gulanê) ragihand ku ev kiryarên hikumeta Îranê, ji bo birîna dengê xwendekaran e.

Di daxuyaniya Encûmena Yekitiya Xwendekaran de hate gotin: “Zextên li ser xwendekaran bi awayekî berbiçav zêde bûne, beriya 2 rojan zêdetirî 20 xwendekarên Zanîngeha Tehranê bi hinceta ‘Qedexekirina dem, nêzî nîv sal ji xwendin û derxistina hemwelatiyê’ hatin cezakirin.  Ev kiryaran ji aliyê rêveberiya Zanîngeha Tehranê ve tê pêkanîn û derxistina xwendekaran binpêkirina mafan e astengî ye. Lijneya disîplînê ji bo daxwazên desthilatê û qutkirina dengê serhildanê wekî amûrekê bi kar tînin.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi kiryarên li dijî xwendekaran hate kirin û wiha hate gotin: “Rêveberiya Zanîngeha Tehranê biryar astengkirina xwendekaran derxistiye, ji ber ku beşdarî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bûne. Tenê di vê mehê de zêdetirî 35 xwendekarên keçîn ji Zanîngeha Zehra hatin dûrxistin. Xwendekarên çend zanîngehan, her wiha yên Zanîngeha Biheşt a Tehranê hefteya borî ji aliyê polîsên emnî ve gazî wan hatiye kirin, ji ber ku di 20’ê Gulanê de beşdarî xwepêşandanan bûne û jê hatiye pirsîn ka çima nerazîbûn nîşanî cezayê darvekirinê dane.”