Depoyên Hesekê ji bo wergirtina genim amade ne

Depoyên Hesekê ji bo wergirtina genim amade ne ku hêza wê ya depokitinê digihêje 120 hezar tonî.

Depoyên Hesekê ji bo wergirtina genim amade ne
Depoyên Hesekê ji bo wergirtina genim amade ne
Depoyên Hesekê ji bo wergirtina genim amade ne
Depoyên Hesekê ji bo wergirtina genim amade ne
Depoyên Hesekê ji bo wergirtina genim amade ne
Depoyên Hesekê ji bo wergirtina genim amade ne
Depoyên Hesekê ji bo wergirtina genim amade ne
Depoyên Hesekê ji bo wergirtina genim amade ne
28 gulan, 2023   14:32
HESEKÊ

Bi dehan barhilgirên genim berê xwe dapoyên taxa Til Hecer a bajarê Hesekê da ku berhemê radest bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Gulanê de nirxê kirîna genim ji cotkarên herêmê bi 43 sentan ji bo her kîloyekê diyar kiribû.

Makanîzma wergirtina berhemê li gor belgenameyeke  Gerînendetiya Çandinî û Avdanê ya herêma Mezarê bi rê ve diçe. Piştre cotkar ji bo radektekirina berhemê diçin navendên taybet ên radestkirina berhemê. Ji bo wê dikeve sire, dûre berhem tê pîvankirin, beşek jê dibin ji bo ku ji aliyê pisporên navendê ve were testkirin.

Der barê mijarê de, serokê Depoyên Hesekê Fewaz El Hacirî destnîşan kir ku xebatên derbasbûna barhilgiran bê pirsgirêk diçin.

Depoyên Til Hecerê nêzî 120 hezar ton dihewîne, ku di dema niha de amadekarî ji bo wergirtina 80 hezar ton hatiye kirin.

Her wiha, cotkarê bi navê Fehîm Mihemed El Mentî kêfxweşiya xwe ya ji ber başiya mewsima îsal anî ziman û spasiya Rêveberiya Xweser kir ku  di aliyê peydakirina sotemenî û tovan  desteka wan kir..

Fehîm der barê makanîzma wergirtina mewsimê ji cotkaran got: "Xebatên radestkirina mewsimê bê pirsgirêk bi rê ve çûn."

Her wiha, cotkarê bi navê Ubêd Muhyedîn destnîşan kir ku mewsima îsa ji ya sala borî baştir e nexasim ji ber barîna baranê û tedbîrgirtinên guncaw ên Rêveberiya Xweser ji bo parastina zeviyan ji şewatê.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 28 navend li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wergirtina berhema genim ji cotkaran amade kirin, ku ew ê 850 hezar ton genim bihewînin.

Têkildarî wê, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Komîteya Awarte di encama civîna xwe ya di 26'ê Nîsana borî de damezirand da ku tedbîrên baş ji bo parastina mewsimê û zeviyan bigire.

 (mh/şx)

ANHA