`Dem dema azadiya Rêber Apo ye”

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Helebê bi hev re got: “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” û destnîşan kir ku heta ew azad nebe, têkoşîna wan berdewam e.

`Dem dema azadiya Rêber Apo ye”
`Dem dema azadiya Rêber Apo ye”
`Dem dema azadiya Rêber Apo ye”
`Dem dema azadiya Rêber Apo ye”
`Dem dema azadiya Rêber Apo ye”
`Dem dema azadiya Rêber Apo ye”
`Dem dema azadiya Rêber Apo ye”
27 gulan, 2023   17:54
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Bi sedan endamên saziyên sivîl, partî û şêniyên her du taxan tev li xwepêşdanê bûn ku ji aliyê Kongra Star ve hate lidarxistin.

Beşdaran li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Dem dema azadiyê Rêber Apo ye” hildan.

Di xwepêşandana heta qada Cibênat a li rojhilatê taxê berdewam kiriye de, dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Serok” hatin berzkirin.

Li qadê, endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Nadiye Yusif axivî û got: “Em bejna xwe li ber fedakariyên şehîdan ditewînin ku di oxira azadiya me û Serok de canê xwe feda kir.”

Nadiye qala sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Bi tevkariya dewletên mezin, dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li Serok ferz dike, tenê ji bo ku vîna wî bişikîne û fikrê wî yê di nav civakan de belav bûye, tune bike.”

Nadiya wiha domand: “Lê Serok li hember van sûcan gav paş de navêje, berxwedana xwe didomîne ta ku gelê xwe azad bike.”

Di dawiyê de Nadiye soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê li kolanan bin.

(dm/şx)

ANHA