​​​​​​​QSD'ê 2 eşîr li hev anîn

QSD'ê bi hevkariya rûspiyên eşîrên Hesekê, eşîrên El Sade El Niêm û El Sade El Heyaliyîn li hev anîn.

​​​​​​​QSD'ê 2 eşîr li hev anîn
​​​​​​​QSD'ê 2 eşîr li hev anîn
​​​​​​​QSD'ê 2 eşîr li hev anîn
​​​​​​​QSD'ê 2 eşîr li hev anîn
​​​​​​​QSD'ê 2 eşîr li hev anîn
​​​​​​​QSD'ê 2 eşîr li hev anîn
​​​​​​​QSD'ê 2 eşîr li hev anîn
​​​​​​​QSD'ê 2 eşîr li hev anîn
​​​​​​​QSD'ê 2 eşîr li hev anîn
26 gulan, 2023   17:15
HESEKÊ

Komîteya Lihevanînê ya Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a Herêma Cizîrê eşîrên El Sade El Niêm û El Sade El Heyaliyîn ên bajarê Hesekê li hev anîn. Her du eşîr berî 3 salan bi hev ketibûn û 2 kes ji hev kuştinbûn.

Bi armanca bidawîkirina nakokiyên di navbera herdu eşîran de, Komîteya Lihevanînê ya Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD'ê ya Herêma Cizîrê û rûspiyên eşîrên Hesekê civîna lihevanînê li taxa Salihiyê li dar xist.

Di civînên de endamen Komîteya Lihevanînê û rûspiyên eşîrên herêmê û oldar beşdarî merasîmê bûn.

Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD'ê ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo, ji ber ku vexwendin qebûl kir, spasiya herdu eşîran li ser kir.

Selmo destnîşan kir ku dema ku eniya hundirîn hevgirtî be wê demê eniyên şer jî dê xurtir û bihêztir bin û got: "Em di qonaxeke hestyar û girîng de ne, divê em li hember fîtne û siyasetên kapîtalîzmê yên ku hewl didin civakê ji hev bixin û têk bibin, bibin yek û wan têk bibin.''

Serokê Meclisa êla El Cibûr Fewaz El Zobe spasiya herdu eşîran kir û got: "Divê hemû eşîrên herêmê li kêleka hêzên xwe bisekinin û dev ji nakokiyan berdin".

Piştre endamên herdu eşîran jî li ser qebûlkirina vexwendinê û lihevhatinê spasiya hev kirin û destnîşan kirin ku divê şênî li hember rewşên zehmet li ber xwe bidin.

Her du eşîran dest dan hev û dawî li nakokiya 3 salan anîn.

(mh)

ANHA