Li ser zimanê berxwedêrên Mexmûrê strana ‘Ez Xelef im’

Mexmûrî li dijî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina wargehê strana ′Ez Xelef im′ dibêjin û diyar dikin ev stran nîşaneyeke redkirina teslîmkariyê û berxwedana Kurdan a li Botanê ya li dijî xiyanetê û Osmaniyan e.

Li ser zimanê berxwedêrên Mexmûrê strana ‘Ez Xelef im’
26 gulan, 2023   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED MIHEMED

Niştecihên wargeha Mexmûrê li dijî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina wargehê strana ′Ez Xelef im′ distrên û bi vê yekê nîşan didin ku ew li dijî îxanet û komployan in û teslîmkariyê red dikin.

Ajansa me berxwedana penaberên wargeha Mexmûrê ku derbasî roja xwe ya 7′an bûye, şopand. Penaber li bin konê çalakiyê yê li wargehê jî strana ′Ez Xelef im′ dibêjin. Gelo çima ev stran?

Ew stran di sedsala 18′an de li dijî Osmaniyan li herêma Botanê hatiye gotin. Stran qala serhildana gelê herêma Botanê ya li dijî Dewleta Osmanî dike.

Di stranê de Xelef pesna xwe û cihê xwe yê li gel mîrê Botanê dike û diyar dike ku ew îxanetê li rêgez, gel û doza xwe nake.

Vê stranê îro jî welatiyên Botanê li hember hewldanên artêşa Iraqê dibêjin.

Penaberên wargeha Mexmûrê diyar kir ku hewldanên artêşa Iraqê yên dawîn dewama siyasetên dewleta Tirk a dagirker a li dijî penaberên wargehê û teslîmkariya wan e.

Li wargeha Mexmûrê 12 hezar kes dijîn. NY′yê di 2011′an de bi awayekî fermî statuya wargehê nas kir. Niştecihên wargehê ji Botanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker di 1994′an de koçberî Mexmûrê bûne.

(fr)