​​​​​​​Ciwanan li ber balyozxaneya Iraqê ji bo Mexmûrê çalakî li dar xist

Ciwanên Kurd li ber balyozxaneya Iraqê ya li Bernê ya paytexta Swîsreyê, çalakiyek li dar xist û xwest dorpêça li ser Mexmûrê were rakirin.

​​​​​​​Ciwanan li ber balyozxaneya Iraqê ji bo Mexmûrê çalakî li dar xist
26 gulan, 2023   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwananên Kurd li ber balyozxaneya Iraqê ya li Bernê ya paytexta Swîsreyê, çalakiyek li dar xist. Ciwanan diyar kirin ku ew dorpêça li ser Mexmûrê qebûl nakin û bi dirûşma “Mexmûr wargeha jiyanê ye, li dijî dagirkirina jiyanê serî hilde” çalakî li dar xist.

Ciwanan daxuyaniyek jî da û wiha hate gotin:

“Em ciwanên Kurd gav paşde naavêjin. Em bi gelê xwe yê Mexmûrê re ne. Ev biryara gel e. Em ê li vir li ber xwe bidin. Em ê jî wekî gelê Mexmûrê tev bigerin û em ê îradeya xwe teslîm nekin. Me îradeya xwe teslîmî dewleta Tirk nekir, em ê teslîmî dewleta Iraqê jî nekin. Ji ber vê yekê em li vir bang dikin. Ev dorpêça ku di heman demê de projeyeke qirêj a dewleta Tirk e, tê wateya dorpêçkirina me hemûyan. Berxwedana li hemberî dorpêçê tê wateya jiyanê. Em ê bi ser bikevin. Rojava û Şengal bi ser ketin, wê Mexmûr jî bi ser bikeve.”