Qurbaniyên qirkirina Çerkezan hatin bibîranîn

Di salvegera 159'an a qirkirina Çerkezan de, qurbaniyên qirkirinê li Minbicê hatin bibîrnaîn.

Qurbaniyên qirkirina Çerkezan hatin bibîranîn
21 gulan, 2023   12:54
MINBIC

Bi boneya salvegera 159'an a qirkirina li dijî gelê Çerkez, Komeleya Çerkezan a bajarê Minbicê dauxyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan welatiyên Çerkez û nûnerên saziyên civaka sivîl li ber avahiya komeleyê hat xwendin.

Hevseroka komeleyê Talîn Diyaaedîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ''Gelê Çerkez dîroka 21'ê Gulana 1864'an ji bîr nake, ji ber ku roja bîranîna efsane û berxwedana pêşiyan a li dijî Osmaniyan e.''

Her wiha hate gotin: ''Em pêkhateya Çerkez bi dîroka leheng a pêşiyên xwe serbilind in. Em koçberkirin û komkujiyên ku qeyserên Rûs bi hevkariya Osmaniyan li dijî gelê me pêk anîbûn şermezar dikin. Dîrok xwe dûbare dike, lê vê carê bi rengên nû tên kirin. Dewleta Tirk a dagirker komkujiyan li dijî pêkhateyên gelê herêmê pêk tîne.Gelê Çerkez û pêkhateyên din ku ji kevin ve bi hev re dijîn, rastî teroreke nû û hewlên qirkirin û koçberkirinê tên. Dewleta Tirk bi rêya şer û hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê hewl dide projeya Osmaniya nû li ser hesabê gel zindî bike."

(bb)

ANHA