ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 18-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 18-05-2022
17 gulan, 2023   23:00

- Siyasetmedaran girtina deriyê Sêmalkayê ji aliyê PDK'ê ve, şermezar kir û got girtina derî sûcekî li dijî gelê Kurd e û armanc jê ew e ku parçebûnek di navbera civaka Kurdistanê de çêbe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-18’ê Gulanê di têkoşîna şoreşgerî ya gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê de wek roja berxwedanê tê nasîn. Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li ser vê kevneşopê mezin bûye, ev roj wek Roja Şehîdan ragihandiye. (BI WÊNE).

- Pêkhateyên Kurd û Ereb diyar kir ku çawa di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bûne yek û li hemberî hewldanên jihevxistina hevgirtina wan bûne yek, dê têkoşînê xurt bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji zêdetirî 20 salan ve li Sûdanê ku dewleteke xizan e, di navbera aliyên Sûdanê de ku berê hevalbend bûn, şer heye, lê îro dijminên hev in. Sedema vê yekê ew e ku her aliyek dixwaze li ser hesabê gel xwe bigihîne ser desthilatê.

- Piştî gihandina berheman, cotkar bi şev û roj bi awayekî komî nobetdariya berhemên xwe yên çandiniyê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê diyar kirin beşdarkirina çeteyan di hilbijartinên Tirkiyeyê de li djiî qanûn û biryarên navneteweyî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lubnan ji ber nakokiyên di navbera avakarên biryaran ên li Tehran û Riyadê de di nava aloziyeke bi girêk de tengijî ye. Gelo wê tîfaqa Îran-Erebistana Siûdî li aliyekî û Şam- Erebistana Siûdî li aliyekî din dê çareseriyan ji aloziya mirovî ya li welat re bînin. (BI WÊNE).

-Bi dirûşma "Bi rihê şehîdan em ê şerê gelê şoreşgerî xurt bikin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin", Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya xwe ya yekemîn li hola Serdem a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 09:00'an (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya Roja Şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê mûman li ser gorên şehîdan pêdixin, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Tirbespiyê jî  bi boneya Roja Şehîdan civînekê li hola PYD'ê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA