Ciwanek di bîrê de werbû, ambargo rizgarkirina wî asteng dike

Li Şehbayê ciwanek di bîrê de werbû. Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantonê ferz kiriye xebatên rizgarkirina wî asteng dibin.

Ciwanek di bîrê de werbû, ambargo rizgarkirina wî asteng dike
17 gulan, 2023   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Hasîn a kantona Şehbayê beriya derdora 5 saetan ciwanê bi navê Ela Xelef (25) dema ku av dikişand di bîrekê de werbû.

Tîmên rizgarkirinê xebatên rizgarkirina wî didomînin.

Li gorî agahiyên ku ji tîmên rizgarkirina hatine wergirtin, ji ber ambargoyê û tunebûna alavên pêwîst xebatên rizgarkirinê asteng dibin.

(bb)

ANHA