Li Cedayê civîna wezîrên Ereban dest pê kir

Li Erebistana Siûdî bi beşdariya Sûriyeyê civîna wezîrên karên derve yên dewletên Ereban dest pê kir.

Li Cedayê civîna wezîrên Ereban dest pê kir
17 gulan, 2023   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan li Cedayê yê Erebistana Siûdî wezîrên karên derve yên dewletên Ereban  civiyan. Cara yekemîn e ji 12 salan ve Sûriye jî beşdarî vê civînê dibe.

Duh, civînên amadekariya lidarxistina lûtkeya erebî bi dewreya xwe ya 32′yan li ser asta wezîrê û nûneran dest pê kirin. Di civînê de dozên dê di lûtkeyê de werin pêşkêşkirin, hatin nîqaşkirin.

Beriya rojekê ji civîna wezîran, wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad gihaşt Siûdiyê ku beşdarî civînan be.

Yekşemê jî şandeyeke aboriyê ya bi serkêşiya wezîrê aborî û bazirganiya derve ya hikumeta Şamê Mihemed Samir Xelîl gihaşt Cedayê, da ku beşdarî xebatên berpirsên mezin ên meclisa aborî û civakî yên lûtkeya erebî be.

Li gorî tora El Erebiye, mîrê Erebisana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz Beşar Esed ji bo beşdarî lûtkeyê be, vexwend.

(fr)