Pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahî li dar ketin. Di pîrozbahiyan de teqezî bi parastina zimanê Kurdî hat kirin û hat destnîşankirin ku parastina wê erka her kesî ye da ku nifşên nû li gorî çanda xwe bigihêin.

16 gulan, 2023   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî îro çalakiyên cihereng li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin ku şênî, nûnerên Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşenbîr, xwendekar û mamosteyên wan herêman tev li bûn.

Navenda Perwerdeyê ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li qada navendê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endama rêveberiya navendê Semîhe Osman axivî û Cejna Ziman Kurdî pîroz kir.

Her wiha endama rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî ya navçeyê Xaliye Xaşo axivî û rola şehîdan dinparastina destkeftiyan de silav kir û banga parastina wan destkeftiyan kir.

Di şahiyê de hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Miheme Îsmaîl axivî û got parastina ziman erka her kesî ye..

Dûre koma şehîd Rîwan a Navenda Çand û Hunerê ya Hêzel govend pêşandan û xwendekaran şanoyek pêşandan.

Piştî bidawîbûna şahiyê beşdaran çûn pêşangeha folklorî ya ku xwendekarên dibistanên Tirbespiyê berhemên xwe tê de pêşandan bûn.

Li Minbicê jî şahî li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar ket.

Di şahiyê de hevseroka Nivîsgeha Fêrkirina Zimanan a Minbicê Îlham Ataş axivî û got: "Ziman navgîna sereke ya parastina çanda mirovî û pêşxistina wê ye. Xezînrya çanda gelan û bîra wê ye. Ji ber wê pêşketina zimanê Kurdî yek ji serkeftinên Şoreşa Rojava ye."

Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Şêxo jî bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ev roj li beşdaran pîroz kir û diyar kir ku pergalên serdest hertim xwestin zimanê kurdî tune bikin.

Di şahiyê de mamosteya zimanê kurdî Zekiye El Muse helbestek, xwendekarên dibistana Mulheq El Bekar govendel pêşandan û mamoste û xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin.

Li navçeya Zirganê jî şahiyek hat lidarxistin.

(dm/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hQOGi1BF7VU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>