KNK’ê li dijî li ser Başûrê Kurdistanê banga yekitiyê kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û banga yekitiyê.

KNK’ê li dijî li ser Başûrê Kurdistanê banga yekitiyê kir
19 tebax, 2026   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

 “Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK), êrişên bi dronan ên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser axa herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike û wan weke binpêkirina serwerî û qewareya destûrî ya herêmê dibîne. Ev êriş nayên qebûlkirin. Nabe ku axa herêma Kurdistanê di çarçoveya nakokiyên siyasî û leşkerî yên herêmî û Cîhanî de bê bikaranîn.

Ev êriş demek dirêj e berdewam in; carekê bi hinceta êrişkirina partiyên opozsyonê yên li Rojhilatê Kurdistanê û carekê jî bi hinceta hebûna hêz û saziyên biyanî li Başûrê Kurdistanê. Ev hincetên êrişkirina herêma Kurdistanê û saziyên wê bê bingeh in û nayên qebûlkirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bang li hemû aliyên Kurdistanî dike ku ji bo parastina qewareya destûrî ya herêmê û rûbirûbûna hemû tirs û gefên derve û navxweyî bibin yek.”